Jinan Sultan Kaya li ser milan oxir kir
Jinan Sultan Kaya ya ku ji aliyê kujer Ersan Akdemir ve hate kuştin, li ser milan oxir kir.

Sultan Kaya di 26ê tebaxê de li taxa Şehitlikê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji aliyê kujer Ersan Akdemir ve hat kuştin. Li gel biryara dûrxistina Ersan hebû jî Sultan nehat parastin û kujer xwe gîhand Sultan û ew kuşt.
Piştî cenazeyê Sultan Kaya ji morgê hat wergirtin ji bo definkirinê birin Goristana Yenişehirê. Tevî malbata Sultan Kaya, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Midûriyeta Siyaseta Jinan a şaredariyên navçeyan tev li merasîmê bûn.
Jinan Sultan Kaya li ser milan birin gorê
Darbesta Sultan Kaya ji aliyê jinan ve hildan ser milên xwe. Cenazeyê wê bi şîn û giriyê ve hat definkirin. Sibê dê ji bo Sultan Kaya li mala şînê ya Îmam Hanîfî ku li taxa Şehitlikê şîn bê danîn.


