Jinan li Şemrexê Koperatîfa Jinan ava kir

Jinan li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, bi armanca keda jinê bê dîtin û hilberîna kolektîf bê pêxistin Koperatîfa Jinan a  Jiyana Hevpar vekir.

•
1 deqe xwendin
Jinan li Şemrexê Koperatîfa Jinan ava kir

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, bi pêşengiya jinan Koperatîfa Jinan a  Jiyana Hevpar hat vekirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û demokratîk û gelek welatî tevli vekirina koperatîfê ya li taxa Karşiyakayê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş di vekirina koperatîfê de axivî û xwest koperatîf ji bo gelê herêmê bi xêr be. Berîtan Guneş Altin balkişand ser hilberîna kolektîf û jiyana hevpar û da zanîn ku hêviya wan ev e ku ev koperatîf bibe hêviya hemû gelan. 

Piştî axaftinan koperatîf hat vekirin û li welatiyan xwara ku jinan amade kiribû, hatin belavkirin.