Jinan li dijî tundiyê çalakî lidarxistin

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li dijî tundiya li ser jinan, li parka Rojava ya Peyasê çalakî li dar xist. Jinan belavok belav kirin.

•
1 deqe xwendin
Jinan li dijî tundiyê çalakî lidarxistin

Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê, bi boneya bilindkirina hişmendiya li dijî tundiya jinê, bi dirûşmeya “Gotina me neqediya ye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!” çalaki lidarxistin. Di çalakiyê de jinan belavok belavkirin û bi armanca hişmendiya li dijî tundiyê bi gel re civiyan. Di çalakiyê de stand hate danîn û derheqê xebatên şaredariyê yên ji bo li dijî tundiyê sînevîzyon hate nişandan. Gelek kes tevli çalakiyê bûn.