Jîn û jiyanê dikujin û dişewitînin

Hêzên serdest çavkaniya jiyana xwe ji tarîtî û kuştinê digirin. Ji ber vê yekê her tim ji tariyê hez dikin û di tariyê de dijîn. Dijminên ronahî û rojê ne.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Hêzên serdest çavkaniya jiyana xwe ji tarîtî û kuştinê digirin. Ji ber vê yekê her tim ji tariyê hez dikin û di tariyê de dijîn. Dijminên ronahî û rojê ne. Ji ber ku dema roj hiltê û her der ronî dibe êdî nikarin xwe veşêrin û teşhîr dibin. Dîsa hêza xwe ji kuştinê digirin. Ji ber ku cihê jiyan lê hebe berxwedan û raperîn heye. Azadî heye. Lêgerîn û lêpirsîn heye. Ji bo kes hesab ji wan nepirse û qadê li wan teng neke, wan dikujin. Kesên mafên xwe diparêzin, ji ber ku qada serdestiyê li desthilatdaran teng dike, dibin hedefa êrîşan. Desthilatdar xwezayê talan û wêran dikin. Nexweşxaneyan bombe dikin. Daristanan dişewitînin. Birîndaran û xizmetkarên tenduristiyê qetil dikin. Nexweşxane cih û warên jiyandinê ne. Bijîşk û xizmetkarên tenduristiyê ji bo jiyandina mirovan sond xwarine. Ji bo bidin jiyandin şev û rojên xwe dikin yek. Li gorî xala 8’an a Peymana Cenevreyê ya di sala 1949’an de hat îmzekirin, êrîşa li dijî nexweşxane, xizmetkarên tenduristiyê, war û wargehên sivîl sûcê şer e.