Jin û ciwan bi tiryakê re rû bi rû ne
Em tev dizanin ku li herêma Botanê bi salan çawa ku milê têkoşîna gelê kurd bi pêş diket û berxwedan her li wir mezintir dibû, dewleta desthilatdar jî berê polîtîkayên xwe yên asîmilasyon, taciz û tecawizê, tundîyê û bi tevahî berê hemû kiryarên ji bo bidûrxistina ciwanan ji çand û hebûna wan, dida vê herêmê

Tê zanîn ku hebûn û nasnameya civakekî bi nirxên çandî-exlaqî teşe digire. Ew civakên ku ji van nirxan tên qetandin, em dibînin ku di tevahiya dîrokê de yan bi asîmîlasyonê re rû bi rû mane, yan jî ji binî hatine tunekirin. Dema ku em bala xwe didin rê û rêbaz û polîtikayên netewe-dewleta li Tirkiyeyê, em dibînin ku ji bo ku kurdan tune bike, serî li gelek polîtîka û rêbazên cuda yên tunekirinê daye. Yek ji van rêbazan jî di nav ciwanên kurd de belavkirina hişbirê bû.
Destpêka şerê taybet
Li Kurdistanê piştî berxwedana kurdan em dibînin ku şerê taybet jî li ser kurdan hat meşandin. Her ku gelê kurd ji bo pêşeroj û statûya xwe li ber xwe da, dewletê jî polîtikayên mêtingeriyeke dijwartir li ser jin, ciwan û zarokên kurd meşand. Bi taybetî jî, piştî salên 1990-2000î, anku di wan salan de ku berxwedana kurdan dest pê kiribû û her diçû mezintir dibû, hingê hişbir dixist meriyetê.
Dewletê; cihên ku nikaribû pêşiyê li berxwedana kurdan bigire, wan asîmîle bike, li tax, navçe û bajarên berxwedana ciwanan herî zêde lê heyî, li wan deran cureyên hişbirê belav dikirin. Rê li ber zarokên 9-12 salî vedikir ku hê di temenekî biçûk de wan ji çanda wan, zimanê wan û hebûna wan bi dûr bixe.
Ciwan di hedefa pergalê de ne
Pergala kapîtalîst hişbirê wek çekekê bi kar tîne. Ciwanan diêxe hedefa xwe. Dixwaze ciwanan ji civak, çand û ziman bi dûr bixe û her wiha civakeke apolîtîk, bêbîr, bêçand ava bike. Ji ber vê yekê berxwedana li dijî hişbirê ne tenê xelasbûneke takekesî ye, divê sekneke hevpar a civakî hebe û xwerêxistinkirin hewce dike.
Dema em bala xwe didin daneyên îstatîstîkî, derkeve pêşiya me ku herî zêde li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan, Şirnexê, anku herî zêde li bajarên kurdan hişbir tê bikaranîn û belavkirin. Ev mînak bi serê xwe feraseta politikayên şerê taybet ên ku dixwazin ciwanên kurd bêbîr bihêlin derdixe pêşiya me.
Daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî diyar dikin ku di nav salekê de ji 3 milyonan zêdetir mirov li tevahiya cîhanê ji ber cureyên alkol û hişbirê jiyana xwe ji dest didin.
Pêvajoyê dest pê kir lê…
Di van her du salan de ku pêvajoya ji bo azadî û aştiyeke demokratîk a mayînde dewam dike û şer sekiniye, dewleta tirk li van bajarên Bakur hemû aliyên xwe yên şerê taybet didomîne. Ji aliyekî ve xwezaya Kurdistanê bi lêgerîna bi siyanûrê, vekirina sehayên madenê û bi projeyên HES û hwd. serobino dike, ji aliyê din ve jî li taxên bajarên wekî Wan, Êlih, Amed, Şirnexê, belavkirina hişbirê ya di nav zarok û ciwanan de aniye asta herî jor. Feraseta ku di şer de nikaribû bi ser bikeve niha hewl dide ku bi polîtîkayên şerê taybet bi ser bikeve.
Ji nûçeya JINNEWSê
Di dosya-nûçeyeke JINNEWSê de ku ji aliyê Rojda Aydin ve (li ser herêma Botan û awayên belavbûna hişbirê di nav ciwanan de) hefteya borî hatibû amadekirin, politîkayên dewletê yên li ser zarok û ciwanên kurd bi her awayî derdikeve holê.
Em tev dizanin ku li herêma Botanê bi salan çawa ku milê têkoşîna gelê kurd bi pêş diket û berxwedan her li wir mezintir dibû, dewleta desthilatdar jî berê polîtîkayên xwe yên asîmilasyon, taciz, tecawiz û tundîyê û bi tevahî berê hemû kiryarên ji bo bidûrxistina ciwanan ji çand û hebûna wan, dida vê herêmê.
Di nav du salan de tiryak zêdetir bû
Bi vî awayî jî, tiryak, fihûş, sixurî û çetebûyîn li vê herêmê zêdetir bû. Li gel ku bi salan e li vê herêmê jiyana civakî ya birêxistinkirî û bi dehan sazî û dezgehên gel hebin jî ev kiryar bi hemû dijwariya xwe xuya dikin. Bi taybetî jî, nifşên ciwan tên hedefgirtin. Îro, ciwan bi rêya rêbazên nû û di warên cûrbecûr ên jiyana civakî de, ber bi vê çembera şerê taybet ve tên kişandin.
Her wiha em dizanin ku temenê hişbirê li herêma Botanê her diçe biçûktir dibe. Bi taybetî jî, ev yek piştî salên 2015-2016an ku hemû jin û ciwanên botanî di wê dema têkoşînê de cihê xwe girtin, bi mehan li ber xwe dan û bedelên giran hatin dayîn, zêdetir bûye. Li wî cih û navê têkoşîna gelê kurd, li wan kolanên bi dehan qehremanan li ber xwe dayî, îro bi exlebeyî berê ciwanan dane tiryakê. Jin û ciwan bi madeyên tiryakê re rû bi rû mane.
Ciwanek diaxive
Di dosya-nûçeya Rojda Aydinê de jineke ciwan diyar dike ku wê piştî ku dest bi bikaranîna tiryakê kiriye jiyana wê bi tevahî guherîye û vî tiştî dibêje: “Ez di nav hevalan de bûm û wisa ketim vê rêyê. Min nizanibû ev yek tiryak e. Em bi hev re li derve rûniştibûn. Di jiyana min de beriya wê tu pirsgirêk tune bû. Hevala min ji min re got ‘bêhna te teng e îro?’. Min jî got belê. Piştre got ‘tiştek li cem min heye ez bidim te tu yê gelekî kêfxweş bibî. Tu tişt nayê bîra te, tu yê rehet bibî.’ Min jî got temam. Lê min nizanibû tiştekî wiha ye. Wê tiryakê bi kar anî û piştre da min. Piştî ku min bi kar anî min nedikarî rabim ser xwe…”
Avakirina platformekê têrê nake
Bêguman, ev bûyera li Botanê tenê mînakek bû. Rojê bi sedan jin, zarok û ciwanên kurd li van bajaran, li her kolan û taxên ku nav û nîşana cangoriyên me hê li ser dîwarên wê nivîsandîiye, tên xapandin, rastî tundî û tacizê tên û hişbirê bi kar tînin.
Wisa xuya dike ku tenê avakirina platformên li dijî hişbirê têrê nake; li qadê, lêgerîn, temasa bi her ciwaneke/î kurd re û rêxistinkirineke xurt hewce dike. Em dizanin ku tenê civakên bi rêxistinbûyî dikarin pêşerojeke azad ava bikin.


