‘Jin hilgira çanda civakî ye’

Kesên an jî komên ku bixwazin li ser civakek desthilatdariya xwe bidin avakirin dema ku nikaribin ji aliyê fizîkî ve wan tune bikin êrîşê nirx, bîr, bawerî û çanda wê civakê dikin.

•
1 deqe xwendin
‘Jin hilgira çanda civakî ye’

Kesên an jî komên ku bixwazin li ser civakek desthilatdariya xwe bidin avakirin dema ku nikaribin ji aliyê fizîkî ve wan tune bikin êrîşê nirx, bîr, bawerî û çanda wê civakê dikin. Mînaka vê yekî ya herî berbiçav jî qedexekirin û astengkirinên ku dewleta tirk li ser kurdan dide meşandinin.

Em li ser êrîş, qedexekirin û astengkirinên ku li ser çand û hunera kurdî pêk tên yek ji avakara KASED'ê û di heman demê de seroka KASED'ê hunermend Devrîm Demîr re axivîn.

Hunermend Devrîm Demîr destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çandê û wiha got: “Çand di wateya xwe de zimanê hebûna civakî, rengekî xwe îfadekirinê ye. Çand nasnameya civakê diafirîne. Nirxên civakî, jiyan û şêwazên ramanî, sazîbûn, kevneşopî û adetên ku di pêvajoya dîrokî de pêk hatine di nava xwe de vedihewîne. Bi forma herî giştî, tevahiya nirxên madî û manewî yên civakbûyînê temsîl dike. Ji ber wê jî wexta metinger dixwazin civakekê têk bibin êrîşî çand û zimanê wê civakê dikin. Vê yekê çawa dikin? Jixwe zimanête ne xwedî statu ye, ligel vê yekê êrîşî hunermendan dikin, çalekiyên hunerî asteng dikin, berhemên hunerî qedexe dikin û hwd. Di nava sala dawî de 13 hunermend hatine binçavkirin û girtin. Hinek hatine berdan hinek jê hîn jî girtî ne. Dîsa di nava 8 mehên dawî de 8 konser û 5 lîstikên şanoyê yên kurdî hatine astengkirin. Bi dehan hunermend di dema bernameyên xwe de rastî astengiyan hatine. Ev yek herî dawî di Newrozê de derket lûtkeya herî jor. Nehiştin hunermend bi cilên xwe yên gelêrî derkevin ser dikê. Mudaxaleyî repertuara wan kirin, bi awayekî vekirî gef li wan xwarin û hwd. Ji hêlekê ve ya te, nirxên te û rastiya te ava dike asteng û qedexe dikin, ji hêlekê ve jî ya xwe ya populer datînin ber te. Li gel van hemû êrîş, astengî û qedexeyan îca em dibînin ku her roj li devereke Kurdistanê di bin navê çand û hunerê de tiştekî sosret tê kirin.”

Dixwazin çandê dejenere bikin

Devrîm Demîr da zanîn ku festîvalên li bajarên Kurdistanê pêk tên tu eleqeya wan bi çanda kurdan re tune û ev tişt anî ziman: “Biqasî du meh berê li Nisêbînê "festîvala hemsiyan" hat li darxistin. Nisêbîn û hemsî çi eleqe? Ne tiştekî aîdê çanda vê civakê ye. Dîsa çend hefte berê merqeyeke otomobîla li Amedê filmê reklama xwe kişand. Li gelek mekanên dîrokî kêşan kiribûn û tişta ku herî zêde hatiye kirpandin "modernîzm" û "aramî" bû. Weke ku li vî welatî aramî tenê bi hebûna wan pêkan be didin nîşandan. Dîsa çend roj berê li ser pira Dehderî defîleyek hat li dar xistin dîsa çend roj berê li navenda Amedê û navçeya Licê festîvala danasîna maşîneyên çiyê hat li darxistin. Mesela lidarxistina van çalakiyan û mekanên ku ji bo vê yekê tên hilbijartin jî pir balkêş in lê teqez ne tesadûf e. Bi zanebûn ev dever tên hilbijartin. Têkiliya di navbera çandê û mekan de li ber çav tê girtin. Balkêş e ku bikaranîna van hemû mekanan piştî lidarxistina konserên Amîdayê dest pê kir. Konserên Amîdayê projeyeke ku Ma Muzîkê mazûvaniya wê kiribû û bi alîkariya Odeya Bazirganiyê ya Amedê li