Jin dê li dijî tundî û ji bo aştiyê têbikoşin

Înisîyatifa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan li Amedê civiyan û diyar kirin ku ew ê li dijî tundiyê ji bo aştî û rastiyê têbikoşin.

•
1 deqe xwendin
Jin dê li dijî tundî û ji bo aştiyê têbikoşin

Înisîyatifa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan li eywana Çand Amedê ya Amedê civîna jinan li dar xist. Piştî civînê li pêş Çand Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan li vir pankarta “Ne mirina gumanbare, kuştina jinê ye! Bila tundiya mêrên bi ûnîforma û bêcezahiştina wan bi dawî bibe!” û wêneyên jinên ku hatine kiştin rakirin. Jinan diruşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî hevgirtina jinan” berz kirin. Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata bi kurdî û Endama Înisiyatîfê Berfîn Atli jî bi tirkî daxuyanî xwendin. 

Salîha Ayata anî ziman ku li Amedê, tundiya li dijî jinan, mirinên “gumanbar” zêde dibin û got: “Ew hêza xwe ji ku digirin û kî wan diparêze? Çima ev torên krîmînal ku gefê li jiyana jin û ciwanan dixwin, bi bandor nayên lêkolinkirin? Çend roj berê, cenazeyê Gulistan Karadag li navçeya Rezanê hate dîtin ku gef lê hatiye xwarin û li ser laşê wê şûn û şopên birînan hebûn. Du kes hatin girtin, lê xizmên wê dibêjin ku yên ku gef lê xwarine hîn jî serbest in. Em dipirsin, çi bi serê Gulistan Karadag ve hatiye? Çima mirina xwendekara Fakulteya Diranan a Zaningeha Dîcleyê ya Amedê Sevîn Ulus, ji Tebaxa 2022yan vir ve nehatiye ronîkirin? Ozge Salman a ji Êlihê ku li Beşa Radyolojiya Dev, Diran û Çeneyê ya Fakulteya Diranan a Zanîngeha Dicleyê asîstana lêkolinê bû. Li gorî agahiyan, ew di 4ê Kanûna 2025an de li mala xwe ya li Peyasê mirî hat dîtin. Doza Ozge çi bû? Kiryarên jina trans a bi navê Sûdenaz ku rojek beriya “Meşa Malbata Mezin” ku di Îlona 2024an de li Amedê pêk hatibû de rastî êrişê hat û jiyana xwe ji dest da bu kî ne? Hêza xwe ji kuderê digirin ku vê kuştinê pêk tînin?”

 ‘Divê komîsyonên rastiyê yên serbixwe werin avakirin’

Salîha Ayata diyar kir ku ew bûyerên ku li Amedê diqewimin wekî mirinên normal ên jinan an jî meseleyên takekesî yên tundiyê nabînin û wiha pê de çû: “Polîtîkayên bêcezatiyê, komên sûc, zextên ku hebûna jinan di qada giştî de hedef digirin, polîtîkayên ewlehiyê û serdestiya mêran pergalek tundûtûjiyê diafirînin û hev xurt û têr dike. Weke Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye, em dizanin ku rûbirû mayîna çend rastiyên di nav çend dosyayên dadgehê de pêk nayên û nayên girtin. Em daxwaza xwe ya ji bo lêkolîna sûcên ku li dijî jin û zarokên keç wekî beşek ji siyaseta şer a li herêmê tê kirin sûcdar û kesên wan diparêzin werin darizandin dubare dikin.” 

Salîha Ayatat anî ziman ku ew careke din aşkere dikin ku tiştên tên qewimandin û dibihîzin em ê şopdarên wan bin û em ê li gorî wan tevbigerin. Em ê ji bo heqîqet û edaletê têbikoşin.”