Jin, ciwan, kal û pîr tev nobetê digirin
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hezar û 200 roj li pey xwe hiştin. Jin, ciwan, kal û pîr tev bi hev re nobetê digirin.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê tîrmeha 2023yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hezar û 200 roj li pey xwe hiştin. Nobet bi koma 213an bi biryar didome. Çalakgerên nobetê Gulê Gozereşî û Hesen Hilalî li ser armanca çalakiyê axivîn û anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî pêk bê wê nobetê bidomînin.
Çalakger Gulê Gozereşî anî ziman ku serokê wan 27 sal in li zindanê girtî ye û ji bo azadiya serokê xwe li vir nobetê digirin û wiha got: “Heta ku serokê me azad bibe, wekî gelê Mexmûrê heta dawiyê em ê van çalakiyan pêk bînin. Em her hefte kom bi kom vê çalakiyê dewir dikin. Kal, pîr, jin, ciwan û zarok hemû şêniyên Mexmûrê beşdarî vê çalakiye dibin. Di van çalakiyan de em daxwazên û bertekên xwe tînin ziman. Çalakger bi biryar in ku heta dawî vê çalakiyê bidomînin. Ew destnîşan dikin ku çi dibe bila bibe dê heta azadiyê dest ji çalakiyê bernedin. Niha dewlet dixwaze yasayê bîne meclisa Tirkiyeyê. Lê heta azadiya serokê me û zarokên me qebûl nekin, em vê yasayê qebûl nekin. Heta ku serokê me bê berdan em ê çalakiyên xwe mezintir û xurttir bikin.”
Çalakger Hesen Hîlalî jî anî ziman ku 3 sal in ew vê çalakiyê bê navber li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin û wiha axivî: “Me ev çalakî ji dil û can daye destpêkiriye. Ji ber ku em hemû fedaiyên Rêber Apo ne. Bila hemû dewletên paşverû û dewletên cîhanê bizanibin ku em hemû li pey Rêber Apo ne. Heta ku çalakiya me encamê werbigire em ê çalakiya xwe bi dil û can bidomînin. Ez bang li hemû kurdan dikim. Werin em destê xwe bidin hev û bibin yek. Em destê Rêber Apo xurt bikin û ji vê xeleka agir derxin. Şoreşa ku Rêber Apo daye destpêkirin, şoreşeke ciwaniyê ye. Em bang li hemû dostên kurdan dikin, werin Rêber Apo çi dixwaze em bi hev re guhdarî bikin û pêk bînin. Em bang li hemû welatên cîhanê dikin. Werin em bi hev re li rêberê xwe xwedî derbikevin. Ji ber ku Rêber Apo rêberekî cîhanî ye. Em hemû bi hev re destê xwe bidin destê Rêber Apo û wî ji vê zindanê derbixin. Tişta ku Rêber Apo ji me dixwaze em bi hev re pêk bînin, em ê teqez bi ser bikevin.”


