Ji zanîngehên Kobanê û Selahedînê hevkariya akademîk

Şandeyek ji Rêveberiya Zanîngeha Kobanê serdana zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê kir û ji bo pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî li hevdû kir.

•
1 deqe xwendin
Ji zanîngehên Kobanê û Selahedînê hevkariya akademîk

Rêveberê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kamîran Yûnis, Gerînendeyê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî Dr. Awara Emîn û endamên Desteya Rêveber a Zanîngehê şandeya Zanîngeha Kobanê Hevserokên Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim, Xezne Îbrahîm, Cîgirê Karên Akademiyê Mistefa Moro û Nûnera zanîngeha Kobanê ya Ewropayê Roka Şido pêşwazî kir.

Her du zanîngehan li ser hevkariya akademîk û zanistî, pêşxistina lêkolînên hevbeş û destekdayîna hevdû peyman imze kir.