Ji Yasemîn Elbanê berhemeke nû

Nivîskar Yasemîn Elbanê berhemeke çîrokan a bi navê ‘Qehreman û Qeyteran’ derxist. Pirtûk ji weşanxaneya Nûbiharê derket.

•
1 deqe xwendin
Ji Yasemîn Elbanê berhemeke nû

Di gotinên li ser danasîna pirtûkê de tê destnîşankirin ku çîrok bi hezar salan e rêbazeke bingehîn e ku gelê kurd jiyan, huner û şîretên xwe pê digihîne nifşên nû.

Yasemîn Elbanê ev berhem bi kedeke mezin berhev kiriye; wê çîrok, çîrçîrok û meselokên ku di zaroktiya xwe de li gundê Çorsênê ya Tetwana Bedlîsê ji devê kal û pîran bihîstine, bi berhemên çîrokbêjên Agirî, Mêrdîn, Êlih, Gimgim, Îdir û Milazgirê re kirine yek. 

Pirtûka ku bi navê “Qehreman û Qeyteran: Destegulek ji Çîrokên Gel” derketiye, xwendevanan dibe nava cîhaneke ku xeyal û rastî lê têkel dibin. Hin taybetmendiyên berêka çîrokên di pirtûkê de ev in:

 “Qehremanên Qenc”, “Jinên Jîr”, “Paşayên Bêbext” ku her yek ji wan dibe dersek û şîretekê dihewîne.

 Bi vê bîra kûr a civakî re, pirtûk ji bo xwendevanên ku dixwazin xwe bigihînin bîra çanda xwe, derfeteke mezin e.