Ji xendeqên şer ber bi maseyên diyalog û siyasetê ve!

HSDê destwerdaneke dîrokî bû li serbejêrbûna gelê kurd li Sûriyeyê hat kirin ku hebûn û nasnameya wan ber bi tunebûnê ve diçû. HSD bi 11 hezar şehîd  û 23 hezar gaziyên şer ew qereqolên mêtîngeriyê  yên di serê kurdan de ji hevxist. Hêjayî gotinê ye di encama van bedelan de doza kurdan dikeve qonaxa têkoşîna siyaseta demokratîk û têkoşîna destûrkirina mafê gelê kurd ku li Sûriyeyê jiyan dikin.

•
1 deqe xwendin
Ji xendeqên şer ber bi maseyên diyalog û siyasetê ve!

Qonaxa çekdarî li Sûriyeye ku piştî avakirina YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) û YPJê (Yekîneyên Parastina Jin) ev qonaxa çekdarî bi hêzên nû ku bi navê HSDê hat berdewam kirin bi dawî bû. HSDê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) di 10ê cotmeha 2015an de li bajarê Malikiyê ya girêdayî parêzgeha  Hesekê bi armanca parastina ewlehiya Sûriyeyê her wiha avakirina Sûriyeke demokrat ku mafê hemû pêkhateyan tê de were parastin, hat avakirin. Di salên ku HSDê tê de ava bû herî zêde mafê gelê kurd ji aliyê rêjima Baasê dihat xwarin û gelê kurd rû bi rûyê gefxwarin û êrişan dihatin ji ber vê HSDê di gelek cengan de weke hêzeke kurdî hatiye naskirin lê li kêleke wê bi hezar ji keç û xortên Sûriyeyê yên  kurd, ereb, suryan û hwd di vê artêşê de cih girtibûn. 

 HSD wek mûcîzeyek ji bo cîhanê hat naskirin ji ber ku bû xilasiya cîhanê ji xeteriya DAIŞê. Wek tê zanîn HSDê di sala 2019an de li hember teroristên DAIŞê ji di rizgarkirina paytexta xilafeta DAIŞê Reqayê de bigre heta Minbic, Tebqa û deverên dîtir ku DAIŞ tê de bi cih bibûn, de rol girt. 

HSD di 11 salan de xwe ispatkir ku bi hemû hêz û pisporiya wan di şer û cengan de her parêzvaniya mafên gelên bindest yên Sûriyeyê kiriye. 

Heta hilweşîna rêjîma Baasê ku di  8ê kanûna 2024an de piştî desthilatdariya 61 salan bênavber li ser axa Sûriyeyê ajot bi dawî bû, ji aliyê komên opozisyona Sûriyeyê û kontirolkirina saziyên dewletê û rûxandina rêjîma Beşar Esad û hatina hikûmeta demkî li ser desthilatdariyê ku serokatiya wê Ehmed Şara kir dîsa HSDê karê xwe wek hêza parastinê domand. Di encama şer û pevçûnên giran de peymana 29ê çileya 2026an di navbera fermandarên HSDê û hikûmeta Sûriyeyê pêkhat ku yek ji xalên wê peymanê tevlibûna HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de bû. Herwiha parastina taybetmendiyên bajarên kurdan, lê berî vê peymana 29ê çileyê ku di navbera HSDê û hikûmeta demkî a Sûriyeyê peymana 10ê adarê hat îmzekirin. Lê ev peyman bi cih nehat ji ber derengmayîna piratîkkirina xalên wê peymanê di navbera her du aliyan de. Piştî peymana 29ê çileyê biryarnameya 13an ji aliyê serokê Sûriyeyê ve hat ragihandin û tê de tê gotin ku kurd neteweke resen a Sûriyeyê ye û zimanê kurdî dê wek zimanê fermî were qebûlkirin. Herwiha 21ê Adarê jî wek destûr hat ragihandin. 

Di encama hevdîtinan de 3 lîwayên kurdî ku ji şervanên HSDê  pêktên li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê parastinê bikin. Herwiha li Kobanê li gel hêzên asayîşê şervanên HSDê ji bo parastina ewlehiya bajarê Kobanê erk bigirin.   

Dawîbûn ango fesihkirina HSDê di dîroka 25ê tebaxa 2026an de ku ji aliyê fermandarê HSDê Mazlûm  Ebdî li koşka serokatiyê  Şama paytexta Sûriyeyê fermî  hat ragihandin di  dawîbûna karê leşkerî yê HSDê li gel vekirina rûpeleke ku serenavê wê bi aştî û beşdarbûna kurdan di avakirina Sûriyeyê de destpêkir. Kurd ne tenê li rojavayê Kurdistanê hebûna xwe misoger dikin lê belê li hemû Sûriyeyê hebûna xwe misoger dikin. 

Cara yekemîn li di koşka serokatiya Sûriyeyê, dengê kurdan bilind dibe û fermandarê HSDê bi kurdî diaxive, bi peyama ku qehremantiya şervanên HSDê yên ku şehîd ketin wê ji bîr nebe û ew ne tenê ji bo şer li berxwedan, lê ji bo rojek were û Sûriye ne hewcedariya şer bin têkoşiyane. 

HSDê destwerdaneke dîrokî bû li serbejêrbûna gelê kurd li Sûriyeyê hat kirin ku hebûn û nasnameya wan ber bi tunebûnê ve diçû. HSD bi 11 hezar şehîd  û 23 hezar gaziyên şer ew qereqolên mêtîngeriyê  yên di serê kurdan de ji hevxist. Hêjayî gotinê ye di encama van bedelan de doza kurdan dikeve qonaxa têkoşîna siyaseta demokratîk û têkoşîna destûrkirina mafê gelê kurd ku li Sûriyeyê jiyan dikin.

Ji vir û şûn ve wê dawîbûna tevahî nakokiyên siyasî û civakî be û krîzên ku gelê kurd di van salan de di encama şer û pevçûnan de jiyan dikir wê dawî lê were. Dê gelê kurd û Sûriyeyê gul û kulîlkan biçînin û êdî xendeq û tûnelên şer wê dawî bibin û şûna wan xendeqan gulistan werin avakirin.

Dê zarokên kurdan bi zimanê xwe yê kurdî li hemû Sûriyeyê fermî bixwînin. Dê Sûriyeyeke bê şer û pevçûn were avakirin, ger ajendeyên derve aloziyan dîsa dernexin. 

Êdî têkoşîna gelê kurd dibe têkoşîna siyaseteke demokratîk ber bi têkoşîna destûrkirina hebûna kurdan li Sûriyeyê ji her demê zêdetir ev qonax zehmet e û têkoşîneke hîna mezintir, biaqil,  dîplomasiyeke berfirehtir û felsefeyeke siyasî jê re lazim e.