Ji qelema Rene Karabashê çîroka jinên arnawûdî
Jina Lipaşmayî bêguman ne tenê romeneke honaka zanistî ye; rastiya civakek e ku li ser tundiya baviksalariyê hatiye avakirin, xerîteya şerê di navbera du nifşan de ye û her wiha rakirina otonomiya li ser bedenê ye jî.

Heta niha ez dikarim bêjim, her dema ku firsend ketiye destê min, min hewl daye ku berê xwe bidim berhemên cur bi cur ên wêjeya cîhanê. Bi rastî jî dema mirov nivîskarî, berhemdarî, afrînerî û çîrok û naverokên cur bi cur ên ji wêjeya cîhanê dibîne û dixwîne hêza ku hewce ye em di helbest, çîrok, roman û nivîskariya xwe de bikevin lêgerînên pirengî û bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsîn, mezintir dibe.
Çend roj berê dema min berhema bi navê ‘Jina Lipaşmayî’ ya Rene Karabashê bi pêşniyara wêjehezeke hevala xwe bi dest xist, hema wisa hê li pirtûkxaneyê di destê min de bû rûpeleke wê xwend. Di wê kêliyê de çîrok û zimanê herikbar ê Reneyê bala min kişand û min hewl da xwe biavêjim malê de ku bixwînim. Roja din min firsend dît û serê şeveqê serê xwe xist nav pirtûkê û 4 saet şûn de min dît ku qediya. Pirtûk zû qediyabû lê tesîra wê dewam kir û kir ku ez berê xwe bidim van çend gotinan.
Kevneşopiya bi navê Ostaynîtsa
Berhema ku ji zimanê bulxarî wergera ji bo tirkî hatiye kirin, berê xwendekar dide kevneşopiya bi navê ‘Ostaynîtsa’ ya ku demekî wek qanûneke di nav civaka arnawidê ango albaniyan de dewam kiriye. Hewce ye bê gotin ku peyva Ostaynîtsa ji aliyê Rene Karabashê ve hatiye çêkirin û bingeha xwe ji çanda bi navê Leke Dukagjini girtiye. Di nav civaka arnawudî de wek ‘Bakîreyên sondxwarî’ jî tê binavkirin. Li gundên di çiyayên bakurê arnawûdê de di sedsala 15emîn de ev qanûna bi navê Leke Dukagjini ya ku bingeha xwe ji yasayên bav, bavik, mala bav û pergala mêrserweriyê digre, ketiye meriyetê.
Qanûn jinan wek amûr dibîne
Di vê qanûna devkî ya ku wek a katolîk, ortodoks û mislimanan a hevpar jî tê zanîn de jiyan bi her awayî ji bo mêran û ji bo pergala mêran e. Jin tenê wek eşya-nesne-amûr e; nikarin bibin xwedî mal û milk, rayên xwe nikarin bikarbînin, nikarin cixarê bikşînin an jî saetê têxin destê xwe û hwd. Her wiha bi navê gjakmarrja jî doza xwînê yan jî xwîndarî pir zêde bû di nav vê qanûnê de û dema mêrên di malê de bi doza xwîndariyê hevdu dikuştin êdî bûrneşatî ango ‘bakîreyên sondxwarî’ ev doz domandin. Ew jinên ciwan ku ‘dixwestin’ bibin bakîreyên sondxwarî dema ku nedixwestin bizewicin an jî ji zextên civakê yên li ser jinan birevin û tenê wek ‘mirovan’ jiyana xwe bidomînin, serî li vê rêyê dane.
Bekia ji bo parastinê dibe Matia
Nivîskar Rene Karabash di ‘Jina Lipaşmayî’ de bi serqerektera xwe ya bi navê Bekia balê dikişîne ser jiyana Ostaynîtsayekê. Jinên ku li gundên di navbera çiyayên arnawûdê de hewl didin jiyana xwe bidomînin bi hemû çewisandin, urf û edetên pergala mêrperest de rû bi rû dimînin û ev yek jî wek çarenûsa hemû jinan hatiye jiberkirin. Bekia vê yekê qebûl nake û qedera heyî bi biryara Ostaynîtsayê red dike. Bi îradeya xwe dibe ostaynîtsayek ango dikeve nasnameya mêrekî û navê xwe dixe Matia. Ev yek her çiqas ku di jiyana rojane de jê re qadeke ‘azad’ veke jî mecbûr dimîne ku nasnameya xwe ya jinbûnê tevî li pişt xwe bihêle.
Bekia dibe ‘zilamê mala xwe’
Êdî ji navê wê hata cil û bergên wê heta bedena wê her tiştî divê ji bîr bike û jiyana xwe weke mêrekî ku bavê wê ji aliyên xwîniyên malê ve tê kuştin, birayê wê direve Bulgaristanê û ew bi navê Matia dibe ‘zilamê mala xwe’. Encex bi vî awayî ji xwîniyan canê xwe xilas dike û dikare jiyana xwe bidomîne. Yanî em dikarin bêjin ku çîroka Bekia-Matiayê her wiha ji me re qala asêbûna di navbera kevneşopî-azadî, beden-nasname, çûyîn-mayînê de, dike.
Bi formeke helbestî lê hişk
Rene bi vê berhemê deriyên jiyana kevnar û modern jî datîne ber hev û di heman taxê de hewl dide dayne ber çavên xwendekar. Yek ji aliyên vê berhemê jî ew e ku nivîskar bi ziman ango formeke helbestî lê her wiha bi gotinên hişk, ev roman nivîsiye. Teknîka rastnivîsê de jî em dibînin ku Rene gelek tiştên wek navên taybet ên ku bi tîpên mezin destpê dike yan hevok bi xalê diqede, tev ji holê rakirine. Di gelek aliyan de her û her bêhnok hatine bikaranîn. Rene vê yekê wek ku teknîkeke nû ava bike na; balê dikişîne ser asêbûna kerekter bixwe.
Xerîteya şerê du nifşan
Jina Lipaşmayî bêguman ne tenê romeneke honaka zanistî ye; rastiya civakekê ye ku li ser tundiya baviksalariyê hatiye avakirin , xerîteya şerê di navbera du nifşan de ye û her wiha rakirina otonomiya li ser bedenê ye jî. Rene her wiha ne bi çavekî oryantalîst ku bêje ka ez tenê berê xwe bidim çîroka vê qanûna Leke Dukagjinî; ji dilê jinan, ji travmayan, ji nasnameya ku tê tunekirin, çîroka xwe daye destpêkirin.


