Ji kujerên rojnameger Hakan Tosûn re cezayê muebedê hat dayîn

Di danişîna 4emîn a doza qetilkirina rojnameger Hakan Tosûn de ku li Esenyûrtê rastî êrişê hatibû û jiyana xwe ji dest dabû, 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê ji sûcê "kuştina bi qestî" cezayê heta hetayê (muebed) li her du bersûcan Abdurrahman Mûrat û Adnan Şahîn birî.

•
1 deqe xwendin
Ji kujerên rojnameger Hakan Tosûn re cezayê muebedê hat dayîn

Rojnameger Hakan Tosûn di 10ê Cotmeha 2025an de li Esenyûrtê dema diçû mala xwe rastî êrişekî hatibû û di 13ê Cotmeha 2025an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Faîl Abdurrahman Murat û Adnan Şahîn ji sûcê, “Kuştina bi qestî” dihatin darizandin.

Danişîna çaremîn a doza Hakan Tosun li 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê hate lidarxistin. Heyeta dadgehê di dawiya danişînê de bi heman sûcdariyê cezayê muebedê li Abdûrrahman Murat û Adnan Şahîn birî.