Ji dewleta xwedî hêz heta civaka nekontrolkirî

Belkî mezintirîn guherîna serdema me neketina dewletan be, lê dawiya xewna kontrola temam be. Xewna ku sedsalan siyaset meşand û niha li hemberî civakekê ye ku her roj aloztir, zanatir û nayê pêşbînîkirin e.

•
1 deqe xwendin
Ji dewleta xwedî hêz heta civaka nekontrolkirî

Dîroka siyasî ya mirovatiyê dikare wekî dîroka guhestina hêzê di navbera sazî û mirovan de were dîtin. Her serdemê, hêz di şiklekî nû de organîze kiriye û her nîzama siyasî di hundirê xwe de tovê têkçûn û guherîna xwe hilgirtiye. Dewleta modern jî ji vê qaîdeyê ne îstîsna ye.

Bi sedsalan dewletê xwe wekî navenda cîhana civakî didît. Wê qanûn dinivîsand, şer îlan dikir, bac disitand, perwerde pênase dikir û heta şekil dida nasnameya hemwelatiyan jî. Dewleta klasîk li ser vê baweriyê ava bûbû. Digot civak bê rêberiya hêza navendî dê bikeve tevlîheviyê. Ji ber vê yekê, her ku dewlet bihêztir dibû, civak qelstir dima.

Hêza dewletê tenê ji artêş û polîs dernediket. Beşek mezin a desthilatdariya wê li ser binesaziya civakî yên nehevseng ava bû. Zilamsalarî, bêparbûna jinan ji mafên siyasî, sînorkirina gihîştina gel a perwerdeyê, dorpêçbûna agahiyê û kontrola çavkaniyên aborî stûnên sereke yên vê hêzê bûn. Dewletê ne tenê li ser laşê mirovan, dibe ku li ser hişê wan jî hukum dikir. Hemwelatiyê îdeal, hemwelatiyekî guhdar bû; yê ku kêmtir dipirsî û zêdetir ferman digirt.

Lê dîrok qet li xalekê sabît namîne. Heman dewletên ku ji bo xurtkirina hêza xwe berê xwe da pêşbazî û berfirehbûnê, hêdî hêdî ketin şerên ku bingehê desthilatdariya wan xera kir. Şerên mezin ne tenê bi milyonan mirov qurbanî dan, lê ev rastî jî derxistin holê ku dewlet jî hebûnên zirardar in. Hêza ku xwe wekî mutleq didît, li qada şer bi hêzên din sînorên xwe eşkere kir.

Rex şeran, şoreşa pîşesazî, berfirehbûna perwerdeyê, medyayên komî û paşê derketina înternetê, dorpêçbûna dîrokî ya dewletê li ser agahiyê têk bir. Cara yekem di dîrokê de, mirovê asayî gihîşt zanîneke ku sedsalan di destê elîtên siyasî, olî û aborî de bû. Hişmendî hêdî hêdî bû hêzeke ku êdî nedikarî di sînorên fermî de were girtin.

Ev heman antîteza dewleta modern bû; civakeke ku êdî amade nebû tenê bibe mijara hukumdariyê. Hemwelatî bû lîstikvanekî ku dikaribû rexne bike, protesto bike, rêxistin bike û vegotina fermî ya hêzê dijber bike. Dewlet hîn jî hebû, lê êdî tenê lîstikvanê qadê nebû.

Lê, vê veguherînê paradoksekî ecêb bi xwe re anî. Heke mirovê berê nezan lê wêrek bû, mirovê îro zana ye lê belavbûyî ye. wî/ê agahiyên pir zêde di destê xwe de hene, lê kêmtir li rastiyeke hevpar bawer dike. Torên ragihandinê hem amûrên azadiyê ne û hem jî amûrên tevlîheviyê. Civaka îro zêdetirî her demê dizane, lê di heman demê de di bin bandora lehiya vegotinên nakok de ye.

Ji ber vê yekê, qeyrana niha nayê dîtin. Tenê wekî qeyrana dewletê tê ditin. Em bi qeyrana şiklê kevneşopiya hêzê re rû bi rû ne. Dewlet êdî nikare wekî berê civakê kontrol bike, lê civakê jî hîn nekariye alternatîfeke domdar ji bo wê bibîne. Ji ber vê yekê li gelek deverên cîhanê em şahidê cûreke şerê berdewam di navbera desthilatdariya siyasî û serbixwebûna civakî de ne.

Lê dîrok di valahiyê de namîne. Ji dilê vê tez û antîtezê, sentezeke nû dest pê dike. Sentezeke ku belkî taybetmendiya wê ya herî girîng dawiya dorpêçbûna hêzê be. Di vê nîzama nû derketî de, hêz di navbera dewletan, toran, medyayan, şirketên navneteweyî, teknolojiyên nû û xwe hemwelatiyan de tê belavkirin. Êdî ti navendeke yekane nikare her tiştî kontrol bike.

Civaka pêşerojê belkî dê civakeke be ku ne bi wateya klasîk a peyvê di bin fermanê de ye û ne jî bi temamî serbest. Civakeke ku rewabûnê ji beşdarbûnê diafirîne û hêzê di hezaran girê û toran de dîsa belav dike. Di wê rewşê de, dewlet zêdetirî ku fermanber be, dê hevahengker be û desthilatdarî zêdetirî ku li ser zorê be, dê li ser qanekirin û baweriyê raweste.

Belkî mezintirîn guherîna serdema me neketina dewletan be, lê dawiya xewna kontrola temam be. Xewna ku sedsalan siyaset meşand û niha li hemberî civakekê ye ku her roj aloztir, zanatir û nayê pêşbînîkirin e.

Heke dewleta klasîk berhema serdema dêndanê bû û qeyrana niha berhema serdema hişyariyê, dibe ku senteza pêşerojê ne tiştekî din be ji bilî civaka nekontrolkirî; civakek ku êdî nabe di qalibên kevn ên hêzê de pênase bibe, ji ber ku ew bi xwe bûye lîstikvanê herî girîng ê dîrokê.