Ji DEM Partiyê daxuyaniya li ser êrişên li dibistanan: Çareserî bi çanda aştiyê pêkan e

Komîsyona Zarokan û ya Perwerdeyê yên DEM Partiyê têkildarî êrişa bi çekan a li ber lîseyeke Manîsayê daxuyanî da; di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çanda tundiyê ketiye dibistanan û polîtîkayên rojane yên ewlehiyê çareseriyê naafirînin, her wiha bang hat kirin ku li her dibistanê derûnnas bên bicihkirin.

•
1 deqe xwendin
Ji DEM Partiyê daxuyaniya li ser êrişên li dibistanan: Çareserî bi çanda aştiyê pêkan e

Komîsyona Zarokan û Komîsyona Siyaseta Perwerdeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkidlarî êrişa bi çekan ku li ber Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Încî Uzmez a li navçeya Turgutlu ya Manîsayê pêk hatibû û di encamê de xwendekar birîndar bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: "Piştî bûyerên tundiyê ku li dibistanên Maraş û Rihayê qewimîn, zêdebûna bûyereke nû li Manîsayê nîşan dide ku çanda tundiyê li devera ku lê dest pê dike namîne, bi awayên cuda derbasî her parçeyê jiyanê û heta dibistanan jî dibe.

Aşkera ye ku çanda tundî û pevçûnê ya ku her roj di cîhana gîhaştî de ji nû ve tê afirandin, temsîlên tundiyê yên ku bi rêya medyaya navendî tên asayîkirin, krîzên binyadî yên kûr ku di serî de krîza aborî ye, zayendperestî û hemû newekheviyên ku jiyana civakî dorpêç kirine, li qadên jiyana zarokan jî bandor dikin. Ji ber vê yekê, nêzîkatiyên ku destwerdanê li çavkaniya pirsgirêkê nakin û tenê destwerdanê encamên wê yên diyar dikin û piştî her bûyerê tevdîrên rojane û refleksên ewlehiyê dabîn dikin, ne ku vê tundiyê ji holê radikin, berevajî vê yekê ew zemîna ku tundiyê ji nû ve hilberîne jî nadin xuyakirin. Divê li her dibistanê derûnnas bê wezîfedarkirin. Divê hemû sazî û kesên berpirsiyar ne ku ji bo refleksên ewlehîparêz ên ku tundiyê zêde dikin lê ji bo aştî, piştevanî û çanda pêkvejiyanê di her qadê xurt bibe berpirsiyariyê li xwe bigirin. Divê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî û berpirsiyar hesab bidin.”