Ji bo xwişk û biratiyê mafên wekhev

Heke dê lihevhatinek hebe, divê gerîlayên ku bi salan e ji ber binpêkirina maf û azadî, nirx û rûmetên neteweyî yên gelê kurd têkoşîn meşandine û dimeşînin, hemû kesên ku ji ber cezayên li wan hatine birîn li derveyî welat in, dikaribin bêyî şik û guman bê fikar vegerin malên xwe.

•
1 deqe xwendin
Ji bo xwişk û biratiyê mafên wekhev

Rêberê Gelê Kurd di 27ê sibata 2025an de pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk da destpêkirin. Piştî vê bangê hêzên hundir û derveyî Tirkiyeyê, gelek hêzan piştgirî da bangê û ji Tirkiyeyê xwest ku gavên şênber biavêjin. Hêzên demokrat Tirkiye hişyar kir. Lê aliyê dewletê di navê "Tirkiyeya bêteror" de israr kir. Niha jî pêşnumeyek tê amadekirin û ev dê rê li pêş hin guherînan vebike.   

Di pêvajiya nêzî du salan de li gel ku gelek gavên girîng ên weke fesixkirina PKKê, çek şewitandin, vekişîna derveyî sînor, avabûna komîsyona di bin banê parlementoyê de hatin avêtin jî, heta çend roj berê jî aliyê dewletê li gorî pîvanên aştiya ku du aliyên wê hene tev nageriya.  

Ji destpêka pêvajoyê heta niha ne weke aliyek  pêvajoya aştî û lihevkirinê, weke aliyekî ku pêvajoyê provake dike tev geriya. Aliyê dewletê heta niha, gelek caran hevdîtinên bi birêz Ocalan re asteng kirin û asta tecrîtê bilind kir. Ji bo ku hêvî, bendewarî û baweriya gel û civakê bişikîne di  nav helwest, hewldan û nêzîkatiyeke neyînî de bû. 

Rapora ku ji aliyê komîsyona meclisê ve hat amadekirin di meha sibatê de temam bû. Dihat payîn ku di meha nîsanê de pêşkêşî parlementoyê bihata kirin. Çar meh hat derengxistin. Bi hêviya ku li Rojhilata Navîn hefsengên siyasî yên herêmê biguherin, li benda encama şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê ma.

Her wiha ji bo ku destê xwe xurt bike, li benda encama lûtkeya NATOyê ma. Piştî ku tiştek bidest nexist, vegeriya hevdîtinên ku bi birêz Ocalan re tên kirin. Di wê dema ku li benda hêvî û bemdewariyên kone  bû, di heman demê de tecrîda herî giran a ku pêvajoyê jehrî dikir li ser birêz Ocalan dimeşand. Herî dawî di 5ê tebaxa 2026an de ew pêşnumeqanûna ku gel li bendê bû, berê pêşkêşî  serokê meclisê û piştre jî pêşkêşî îmzekirin û dengdayîna partiyên siyasî hat kirin ku komên wan li parlementoyê hene.

Lê naveroka pêşnumeqanûna ku gel û civak demên dirêj li bendê bû û di serî de birêz Ocalan, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî û yên ji doza PKKê girtî ne serbest bihatana berdan, dîsa bi hestên civakê lîstin, hêvî û bendewariyên civakê pêk nehatin. 

Heke dê lihevhatinek hebe, divê gerîlayên ku bi salan e ji ber binpêkirina maf û azadî, nirx û rûmetên neteweyî yên gelê kurd têkoşîn meşandine û dimeşînin, hemû kesên ku ji ber cezayên li wan hatine birîn li derveyî welat in, dikaribin bêyî şik û guman bê fikar vegerin malên xwe.

Heke ev pêvajo, pêvajoya xwişk û biratiyê ye, heke tê gotin dê gelê kurd û tirk, xwedî heman mafan bin, divê hemû êş û birînên şerê dehsalan bên pêçan û dermankirin, divê bi siyaseteke rast û durist rûpeleke spî were vekirin ku gelên kurd, tirk û hemû gelên li ser erdnîgariya ku welatê wan ê  hevpar e, bêyî cudakarî, bi çand û ziman, ol û baweriyên xwe bijîn û bikaribin bi hev re, stranên xwişk û biratiyê bêjin û dîlana azadiyê bigerînin.