Ji bo siberoja Kurdistanê çare yekîtî ye
Bi salan e Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê bi awayeke pêşbîn hewl dide ku di nava çar aliyên Kurdistanê de yekîtiyê ava bike, lê ji ber helwesta PDKê ev armanc û hewldanên KNKê li gorî dil û daxwaza kurdên çar aliyên dinyayê bi encam nebûne.

Koalîsyona navdewletî di pêşengiya Yekîtiya Dewletên Emerîkayê de ji xaka Îraqê vekişiya. Ji destpêka şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de heta niha, li ser başûrê Kurdistanê ji hezarî zêdetir êrîşên dron û moşekan pêk hatin.
Pergala federal a başûrê Kurdistanê ji çar aliyan ve bi dagirkerên Kurdistanê dorpêçkirî ye. Ev gef û xetereya li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê hemû kurdan xistiye nava fikar û metirsiyan.
Li hemberî biryara vekişîna Amerîka û hêzên koalîsyonê, ku dê başûrê Kurdistanê bêyî pergala parastinê bimîne, wezareta parastinê ya Herêma Federal a Kurdistanê fikarên xwe anî ziman û ji ber tenê hiştina başûrê Kurdistanê, di serî de Amerîka, vekişîna hêzên koalîsyonê rexne kir û anî ziman ku ji destpêka şerê ku di meha Sibatê de dest pê kir heta niha ji aliyê Îranê ve, ji hezarî zêdetir êrîşên dron û moşêkan hatin kirin. Qadên sivîl hatin valakirin, mevziyên pêşmergeyan bûn hedefa van dron û moşekan.
Serokê PDKê Mesut Barzanî jî êrîşên DAIŞê yên sala 2014an bibîr xist û got: “ji bo ku ji niha û şûnve jî DAIŞ zindî nebe û êrîşan li ser herêma Kurdistanê pêk neyne tu garantî nîne û vekişîna Amerîka ya 2011an, valahiya ewlehiyê ya ku çêbû û xwestina alîkariyê ya ku hukumeta Iraqê ya ji Amerika xwestibû bibîr xistin.”
Tê zanîn ku DAIŞ di 2014an de, di çend rojan de bajarê Musilê dagir kiribû, berê xwe dabû herêma başûrê Kurdistanê, xwestibû başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Lê şervanên PKKê ew êrîşa DAIŞê bi têkoşîn û berxwedaneke biryardar şikandibû. Niha, di vê pêvajoyê de li gorî ahagiyan, li başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê du endamên DAIŞê hatine kuştin. A rast, di bingeha daxuyanî û fikarên Serokê PDKê birêz Mesut Barzanî de êrîşên 12 sal berê yên DAIŞê yên 2014an hene. Belê, yekbûna di nava pêşmergeyên YNKê û PDKê de pêk hat, lê nîqaş neqediyan.
Di 21ê îlonê de, 80 yekeyên PDKê û 70 yekeyên girêdayên YNKê di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bi awayekî fermî bûn yek. Bêguman dawîanîna li rewşa dualî û parçebûyî ya bi salan û di binê banê Wezareta Pêşmergeyan de hatina cem hev gaveke firîng e û daxwaza dilê hemû kurdan e.
Nûnerê Emerîka, yê taybet ê Îraq û Sûriyeyê Tom Barack vê yekbûnê ji bo hemû aliyan weke pêşketineke pir baş û erênî nirxand û piştre jî gotinên ku Barack dixwaze pêşmerge jî entwgreyê artêşa Îraqê bibin belav bûn. Di gotinên Barack de hin cûdahî hene ku gava qala yekbûna pêşmergeyan dike, entegrasyona SDGê ya bi Şamê ve weke mînak nîşan dide.
Bêguman rewşa SDG û Pêşmergeyan ne yek e. Destûra bingehîn a Îraqê ya 2005an herêma Kurdistanê weke herêmeke federal nas kiriye û hebûna hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi zagonan hatiye mîsogerkirin, Lê dîsa jî ew dorpêça li dora başûrê Kurdistanê ji bo serweriya başûrê Kurdistanê xetere ye.
Bi salan e Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê bi awayeke pêşbîn hewl dide ku di nava çar aliyên Kurdistanê de yekîtiyê ava bike, lê ji ber helwesta PDKê ev armanc û hewldanên KNKê li gorî dil û daxwaza kurdên çar aliyên dinyayê bi encam nebûne.
Divê ev rastî baş were zanîn. Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî jî, dinya jî, gelê kurd nas bike û weke netewe bihesibîne, pêkhatina yekîtî û hevgirtina gelê kurd, şert ê û pêwistiyeke jêneger e. Ji ber vê rastiyê, di vê rewşa heyî û tevlihev de, ji bo ewlehiya siberoja çar aliyên Kurdistanê çareserî, yekîtî, hevgirtin û pêkanîna Kongreya neteweyî ye.


