Ji bo serkeftinê civakeke bi rêxistin divê

Kin û kurtê meseleyê ev e ku, sozên ji aliyê reyedarên dewletê ve hatine û tên dayîn jî, ji bo pêkhatina pêwistiyên qanûna çarçeveyî jî, pêdivî bi têkoşîn, piştgirî û piştevaniya biryardar a gel û civakê heye.

•
1 deqe xwendin
Ji bo serkeftinê civakeke bi rêxistin divê

Ji destpêka pêvajoyê heta niha, 22 meh in, ew Qnûna Çarçoveyî ya ku gel û civak li bendê bû, di 13ê Tebaxa 2026an de li meclisê bi dengê 467 parlementeran  hat erêkirin. 

Di dîroka komara Tirkiyeyê de cara yekemîne ku di qanûnekê de nûner û pêşengên kurd weke mûxatab tên dîtin û di bin banê meclisê de, bi rêjeyeke evqas bilind a  dengên parlementerên desthilat û muxalefetê tê qebûlkirin. 

Dîsa, piştî erêkirina parlementoyê, cara yekemîne ku, aliyê dewletê di nava hefteyekê de vê qanûna çarçoveyî bêyî derengxistin erê kir, ji aliyê serkomar Erdogan ve hat îmzekirin û di rojnameya fermî de hat weşandin. 

Ya girîng ew e ku, dê aliyê dewletê ji niha û şûnve çiqas girêdayê qanûna çarçoveyî bimîne, pêwistiyên wê pêk bîne, ji bo çarwseriyê xalên pêwist li van 12 xalên heyî zêde bike û ev qanûna çarçoveyî dê çawa û çiqas daxwazên  tevgera kurd û  bendewariyên civakê yên ji bo aştiyeke bi rûmet û mayînde pêşwazî bike û bibersivîne. 

Ji bo ku di derbarê vê qanûna çarçoveyî de di nava gel û civakê de baweriyek çêbibe, pêwiste, di kesayetiya Bahçelî û Erdogan de sozên ku ji aliyê temsîlkar û reyedarên dewletê ve hatine dayîn pêk bên.

Mînak: Beriya vê pêvajoya ku tevgera kurd û alî û derdorên demokrat û aştîxwaz weke "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk", aliyê dewletê jî, weke "Tirkiyeya Bê Teror" bi nav dikin dest pê bike, Dewlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de, di axaftina koma Partiya xwe de gotibû; "Bila Abdullah Ocalan PKK xwe fesx bike, were meclisê di koma DEM Partiyê de biaxive û ji mafê hêviyê jî sûd werbigire", li gel ku di ser van gotinên Bahçeli re sal û deh meh derbas bûn jî pêwistiya van gitinan pêk nehat.

Piştî derbasbûna vê dema dirêj, ku gel û civak li bendê ye Dewlet Bahçelî van sozên ku daye bi cih bîne, heman Bahçelî di van rojên dawî de, dîsa dibêje "Ji bo ku pêvajo  bi pêş bikeve, pêwiste şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin, derfetên wî yên têkilîdanîna bi rewşenbîr, akademîsyen û hemû beşên civakê re bên sererastkirin".

Gel jî, ji Bahçelî re dibêje: Roj Baş. Gelo tê sozên xwe yên  ku di 22yê Cotmeha 2024an bi cih anî ku tu piştî derbasbûna demeke evqas dirêj radibî ji bo şert û mercên rewşa birêz Ocalan sozên nû didî. Ji bo ku gel û civak ji van gotinên te bawer bike, pêwiste sozên ku te berê ji bo şert û mercên rewşa birêz Oclaan dabû bi cih bînî. 

Kin û kurtê meseleyê ev e ku, sozên ji aliyê reyedarên dewletê ve hatine û tên dayîn jî, ji bo pêkhatina pêwistiyên qanûna çarçeveyî jî, pêdivî bi têkoşîn, piştgirî û piştevaniya biryardar a gel û civakê heye.

Birêz Ocalan di pêvajoya ku di sala 2010an de " Bihara Ereban" dest pê kir û li gelek welatên din ên Ereban belav bû de minaka; kombûna milyonek gelê Misrî ya li meydana Tehrîrê dabû û gotibû: "Bila li bajarê Amedê, li qada Deriyê Çiyê(Meydana Şêx Seîd Milyonek gel kom bibe û daxwaza maf û azadiyên xwe yên bingehîn ên weke çand, ziman, nasnameyî bike, em ê bibînin, ka wê desthilata Akpê çawa li hemberî daxwaza gel têk biçe û hilweşe" .

Niha jî, ji bo ku ev qanûna çarçoveyî ji pirsgirêkên sedsalan re bibe bersiv, pêdivî bi gel û civaka rêxistinkirî ya ku bi biryardarî xwedî li pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku birêz Ocalan bi gotinên; "Me bi têkoşîna 50 salan bi berdêlên mezin vê dozê ji ber sêdarê anî ser maseyê" formûle dike xwedî derkeve, di vê dema muzakereyan de destê birêz Ocalan xurt bike û vê pêvajoyê bi ser bixe heye.