Ji bo şehîdên Wanê mewlûd hat dayîn

Di roja sêyemîn a şîna şehîdên Tevgera Azadiyê yên Wanê de mewlûd hat dayîn û dia hatin kirin.

•
1 deqe xwendin
Ji bo şehîdên Wanê mewlûd hat dayîn

Li Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di roja sêyemîn û dawî de mewlûd hat dayîn û dia hatin kirin. Bernameya mewlûdê bi tevlibûna hezaran pêk hat.

Wê îro saet di 14:00an de jî bi tevlibûna aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata û endamê sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş bernameya bîranînê bê lidarxistin.

Şîn bi serdanên giştî didome.