Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn
Ji bo şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serhat Ozdemîr (Kamuran Gever) li gundê Dêlezî yê girêdayî navçeya Geverê şîn hat danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşê Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Colemêrgê ji bo şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serhat Ozdemîr (Kamuran Gever) ê di 31ê adara sala 2015an de jiyana xwe ji dest daye, li gundê Dêlezî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê şîn hat danîn. Endamên MEBYA-DER, TUHAY-DER, DBP, parlementerên DEM Partiyê û gelek welatî tev li şînê bûn.
Di şînê de welatiyan ji bo şehîd Serhed Ozdemîr dia kirine, sersaxiyê ji malbat û hemû gelê kurd re xwestin.
Şîna Şehîd Serhed Ozdemîr dê 3 rojan bidome.


