Ji bo rojnameger Bêrîvan Kutlu ceza hat xwestin

Dozgeriyê di danişîna doza rojnameger Bêrîvan Kutlu ya ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ tê darizandin, mutalea pêşkêş kir û ceza xwest.

•
1 deqe xwendin
Ji bo rojnameger Bêrîvan Kutlu ceza hat xwestin

Danişîna 4yemîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutluyê ku ji ber tevlibûna bernameyên televîzyonan ên piştî erdheja 6ê Sibatê ya navenda wê Mereş û parvekirinên li ser hesabê Xê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ tê darizandin, li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ldiarxistin. Bêrîvan Kutlu tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. 

Dozgeriyê mutalea pêşkêş kir û xwest ku Bêrîvan Kutlu bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ bê cezakirin. Parêzer Tamur, li dijî mutaleayê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîna din taloqî 1ê kanûnê kir.