Ji bo Mehdî Zana merasîm li dar xistin

Girseyeke mezin ku Siyasetmedar Leyla Zana û gelek siyasetmedarên din jî di navde, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û meşiyan  Goristana Mezin. Girse piştî merasimê dê cenazeyê Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê veşêrin.

•
1 deqe xwendin
Ji bo Mehdî Zana merasîm li dar xistin

Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAHê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet. Mehdî Zana li wir  jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenaze li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenaze hat lidarxistin. Malbata Mehdî Zana, Leyla Zana û zarokên wan Ronahî Zana, Rûken Zana, Parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar, Dayikên Aştiyê, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes beşdarî merasimê bûn. 

Li pêşiya avahiya şaredariyê wêneyê Mehdî Zana hate daliqandin û darbest Mehdî Zana bi ala kesk, sor û zer û kulîlkan hat xemilandin. Li ser navê Malbatê Leyla Zana û parlamenterên DEM Partiyê sersaxiyê qebûl kirin. Bernamê ewilî bi xwendina diayan dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

‘Tu carî têkiliya navbera wî û gel neqetiya’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku ew ji ber dilovaniya Mehdî Zana gelek xemgîn in û got: “Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Mehdî Zana hafizaya wî bajarî ye. Di wê serdemê de bûyîna serokê şaredariya vî gelî bi berdêlên mezin bû. Di derbeya 12yê Îlonê de ji peywira xwe hat girtin û li hejmar 5 rastî îşkenceyê hat. Tevî hemû zextan jî tu carî têkiliya navbera wî û gel neqetiya.” 

‘Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser têkoşîna Mehdî Zana û ev tişt anî ziman: “Serê gelê me sax be. Ji bo azadiya gelê xwe, ji bo gelan têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê da. Kêm mirov li bajarekî şopê dihêlin. Mamoste jî yek ji wan bû. Serê gelê Amedê sax be. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”

‘Li zindanê li ber xwe da’

Rêhevalê Mehdî Zana yê zindanê Abdullah Kanat jî ji gelê kurd sersaxî xwest û got: “Ew hevalekî leheng bû, di zindanê de û di dîrokê de wisa hat zanîn. Wî di berxwedana zindanê de lehengiyeke mezin nîşan da. Di dîroka têkoşîna me de xalên werçerxînê yên girîng hene. Zindana Hejmar 5 jî yek ji van serdeman e. 50 salên têkoşînê jî salên lehengiyê ne. Di serdema 12yê Îlonê de rastî îşkenceyên dijwar hat. Ji ber ku hem serokê şaredariyê bû hem jî di nava berxwedanê de bû, ev bû sedem ku dijmin berê xwe bide wî. Em li ber şehadeta hevalê Mehdî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Piştî merasîmê girse meşiya Mizgefta Mezin û li vir wecîbeyên olî dikin. Dê piştî wecîbeyên olî cenazeyê Mehdî Zana bibin Goristana Yenîkoyê û li wir bispêrin axê. 

Malbat dê sersaxiyê li Mala Şînê ya Licêyiyan qebûl bikin.