Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

Bi hevkariya Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ji bo koçberên Şengalê pêvajoyeke nû ya vegerê destpê kir. Di vê pêvajoyê de bi sedan malbat bi alîkariya diravî û veguhastinê vedigerin ser malên xwe.

•
1 deqe xwendin
Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

Komeke din a malbatên ku li kampan dima berê xwe dan warên xwe. Ev xebat bi hevkariya IOM û Rêveberiya Koçberan tê kirin. Pêşî navê malbatên ku dixwazin vegerin Şengalê û gundên wê tên tomarkirin. Ev pêvajo wê qonax bi qonax dewam bike. Di vê qonaxê de navê 410 malbatî wê bê tomarkirin û ew dê vegerin.

Li gorî planê, îro û sibe 130 malbat di nav du koman de ji Kampa Şariyayê vedigerin malên xwe. Ji bo ku veger hêsan bibe, Rêxistina IOM'ê dê mîlyonek û 500 hezar dînar alîkariya pere bide her malbatê. Her wiha hemû veguhastina kelûpel û endamên malbatê jî bêpere ji aliyê rêxistinê ve tê kirin.

Ev veger di dema salvegera êrîşê de ye. DAÎŞê di 3yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kiribû û komkujiyeke mezin pêk anîbû. Di êrîşê de zêdetirî hezar welatiyên Êzidî hatin şehîdkirin û 6 hezar û 417 kes hatin revandin. Her wiha zêdetirî 400 hezar kesî berê xwe dabû Herêma Kurdistanê û zêdetirî 100 hezar kesî jî koçî derveyî welat kiribû.