Ji bo koçberan li Helebê civîyan

Pazêrgerê Hesekê, Helebê, Dêra Zorê û berpirsên leşkerî û ewlehiyê ji bo amadekariyên vegera koçberan li Helebê kob bûn.

•
1 deqe xwendin
Ji bo koçberan li Helebê civîyan

Parêzgerên Hesekê, Helebê û Dêra Zorê û nûnerên rêxistinên ewlehiyê ji bo nirxandina rewşa koçberan û vegera wan li avahiya Parêzgerê Helebê civîyan. Di civînê de parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, parêzgarê Helebê Ezam El Xerîb, parêzgarê Dêra Zorê Ziyad El Eyîş, fermandarê feyleqa duyemîn Ewad Mihemed El Casim, alîkarê Wezîrê Parastinê yê herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo), endamê Meclisa Gel Mistefa Ebdî, berdevkê komîteya entegraskirine ya Serokatiyê Ehmed El Hîlalî, Gerînendeyê Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, cîgirên parêzgarê Helebê Fewaz Hîlal û Elî Henûra û endamên nivîsgeha rêveber tev li civînê bûn. Di civînê de rolê parêzgeha Helebê di kar û barên komîteya entegrekirine ya Serokatiyê û dosya vegera koçberan, hate ziman.

Di civînê de li ser amadekariyên ewlekariyê, xizmetguzarî, meydanî û îdarî yên girêdayî vegera koçberan nîqaş kirin. Di dawiya civînê de parêzgarê Helebê anî ziman ku ew dosya vegera koçberan hîna dişopînin û dê bi aliyên têkildar re amadekariya vegera hemû koçberên herêmê bike.