Ji bo Kendava Hurmuzê pêşniyara rêveberiya herêmî
Hat ragihandin ku Ummanê têkildarî rêveberiya Kendava Hurmuzê pêşniyar li Îranê kir ku mekanîzmayeke herêmî ava bike.

Çavkaniyeke ji Kendavê ji Reuters re axivî û got, pêşniyara ku ji aliyê welatên herêmê ve hatiye destekkirin, pêşbînî dike ku rêveberiya kendavê tenê di bin kontrola Îranê de nebe. Li gorî pêşniyarê, ewlehî û rêveberiya Kendava Hurmuzê wê bi rêya mekanîzmayeke herêmî ya hevpar a ku bi tevkariyên dilxwazî were fînansekirin, bê meşandin.
Hat diyarkirin ku pêşniyara têkildarî Kendava Hurmuzê, armanc dike ku hevkariya herêmî xurt bike û di rêveberiya rêya avê ya stratejîk de nêzîkatiyeke hevpar ava bike.


