Ji bo Jîna Emînî daketin qaran
TJA, partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl yên demokratîk û rêxistinên jinan bi boneye 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li gelek navendan daketin qadan û gotin: “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinan rewestînin.”

Polîsên Îranê di 12ê Îlona 2022an de Jina kurd Jîna Emînî, li Tehranê binçav kirin û di 16ê Îlonê de bi îşkenceyê qetil kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, saziyên ked û demokrasiyê yên sivîl saziyên jinan li gelek navendan bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî daxuyanî dan.
Amed
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û TJAyê, bi boneya 4emîn salvegera çalakiyên “Jin Jiyan Azadî” yên ku bi kuştina Jîna Emînî re dest pê kiribûn, li Parka Rojava ya Peyasê ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku gelek jin tevlibûn de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat vekirin.
Hevseroka DKAPê Bahar Peker daxuyaniya çapemeniyê xwend. Bahar Peker bal kişand ser polîtîkayên zext, îşkence, girtin û darvekirinê yên rejîmên Îranê û got: “Rejîma zordar a ku Jîna kuşt, îro jî rojnamevanên jin, parêzvanên mafên mirovan û pêşengên têkoşîna Jin Jiyan Azadî dimeşînin dike hedef. Bi taybetî rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û gelek jin, îro jî hêj di hedefa van êrîşan de ne. Gelek jinên ku parêzvanên şoreşa Jin Jiyan Azadî kirine, bi tundûtûjî û îşkenceyê hatine binçavkirin, bi darvekirinê hatine darizandin û rastî zextên giran hatine.”
Bahar Peker axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serhildana jinan a ku roja Jîna hat kuştin li Îranê û li çar aliyên cîhanê bilind bû, li dora felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bû yek û mezin bû. Ev serhildan; bi têkoşîna jinan a enternasyonel a ku ji Îranê heta Sûriyeyê, ji Filistînê heta Efxanistanê dirêj dibe, li dijî serdestiya mêr, tundûtûjî, kedxwarî û şeran, mezinbûna têkoşîna civakek azad, wekhev û demokratîk didomîne. Em, bi baweriya bi hêza xwe ya rêxistinkirî û hêza veguherîner a têkoşîna xwe ya hevpar, wê li her derê ku em lê ne li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî bibin yek.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna “Jin Jiyan Azadî” bûye îfadeya hevpar a daxwaza azadî û jiyana bi rûmet a jinan. Halîde Turkoglu têkoşîna jinên Rojhilat û Îranê silav kir û got: “Em ji Amedê bi evîn û rêzdarî jinên ku dev ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bernadin û ji bo jiyana xwe û jiyaneke bi rûmet têdikoşin, silav dikin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Jin Jiyan Azadî, ne tenê xilasbûna ji mirinê, felsefeya parastina awayê jiyana me ye. Jin, ciwan, xizan, kurd, belûç, fars û azerî li dijî zextan li kolanan bi qîrîna ‘Jin Jiyan Azadî’ hêrs û berxwedana xwe nîşan dan.”
Êlih
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî salvegera kuştina Jîna Emînî li pêşiya avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê daxuyanî dan çapemeneyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên partiye siyasî yên bajêr, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek rêveberên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Kesên ku tev li çalakiyê bûn bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Pankarta “Em ê bi serhildana Jin Jiyan Azadî bibin dengê Jîna” û “Em ê darvekirinan bisekinînin” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Aktîvîsta TJAyê Ferah Nemcîk ve hate xwendin.
Agirî
Hêzên girêdayî rejîma Îranê di 12yê Îlona 2022yan de Jîna Emînî binçav kir û piştre qetil kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li Kolana Cumhuriyetê ya Agiriyê daxuyanî Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinan rawestînin” hat vekirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê berdevka TJAyê ya Agiriyê Dîlan Başboga ve hat xwendin. Dîlan Başboga da zanîn ku ew ê têkoşîna azadiya ya jinan mezintir bikin. Çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
Mexmûr
Meclîsa Îştarê jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi heman armancê daxuyanî da. Mexmûrî li pêş avahiya Meclisa Îştar a Mexmûrê kom bûn û rêz girtin. Girseyê li vir ji bo giyanê Şehîdên Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî dan. Rojnemevan Mizgîn Kara li vir daxuyanî da û got: “Jin, Jiyan, Azadî, ne tenê dirûşmeya protestoyê ye, em wek perspektîfa siyasî û civakî ku jinê bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev dibînîn. Ev şoreş bi hêza jinan bûye nîşana berxwedanê ya li hember zordarî, cudakarî û hemû cûreyên bindestiyê. Civakek ku jin têde azad û wekhev nebe, nikare azad û demokratîk be. Ji ber wê yekê, têkoşîna ji bo mafên jinan tê dayîn, di heman demê de têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk û wekheve. Di vê salvegerê de em bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên jinan, ciwanan û civakê dikin ku li hember hemû cureyên zordarî û bindestiyê yekitiya xwe bihêz bikin û ji bo jiyaneke azad, wekhev û birûmet têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî têkoşîna jinan’ bi dawî bû.
Mamosteyên îranê
Desteya Hemahengiya Yekîtiya Mamostayan û Desteya Hemahengî Rêxistinên Pişeyî ya Mamostayên Îranê bi boneya 4’emîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” daxuyaniyek weşand. Desteya Mamostayên Kurd û Îranî di salvegera çaremîn a Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de tekez kir ku misogerkirina perwerdeyek rizgarker ji azadiya jinan û parastina mafên mamoste û xwendevanan nayê cudakirin û şoreş dê paşve gav ne avêje.


