Ji bo endamê Tevgera Azadiyê Delîl Nergîs şîn hat danîn

Ji bo endamê Tevgera Azadiyê Delîl Nergîs (Çekdar Rênas) ê ku 7ê Gulana 2012yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, li Pirsûsê şîn hat danîn .

•
1 deqe xwendin
Ji bo endamê Tevgera Azadiyê Delîl Nergîs şîn hat danîn

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Rihayê, ji bo endamê Tevgera Azadiyê Delîl Nergîz (Çekdar Rênas) ê ku 7ê Gulana 2012yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, li mala şînê ya Haci Mehmet Yîgît Pirsûsa Rihayê şîn hat danîn. Rêveber û endamên MEBYA-DERê, malbatên şehîdan, rêveberên partiyên siyasî yên bajêr, dayikên aştiyê, TJA û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn.

Girseya ku li ber rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê kom bû heya cihê şînê meşiya û bê navber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Şîn dê heya sibê êvarê berdewam bike û pişt re mewlîd bê dayîn.