‘Ji bo destpêkê girîng e’

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy têkildarî pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ya bi navê “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” axivî û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û destpêkê gava yekemîn û girîng e, lê kêm e.”

•
1 deqe xwendin
‘Ji bo destpêkê girîng e’

Omer Demîr  

Pêşnûmeya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di 5ê Tebaxê de çû rojeva meclisê. Bi vê yekê re li Meclisa Tirkiyeyê gaveke nû hat avêtin. Têkildarî naveroka pêşnûmeyê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy nirxandinên girîng kirin. Oya Ersoy anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêya siyaseta demokratîk pêk bê gava yekemîn e û got: “Dema em li mînakên cîhanê dinerin û dema em li şerê çekdarî yê zêdetirî 47 salan dinerin, ev pêşnûmeya ku anîne rojeva meclisê gaveke girîng e. Dema ku em di aliyê meseleya kurd a zêdetirî 100 salî ye di rojevê de ye jî, bi tevahî dinerin gaveke yekemîn e. Bêguman ev pêşnûma ji bo me parazvanên mafên mirovan têr nake û kêm e. Lê ji bo careke din teqez şer û kuştin dest pê neke ev gaveke girîng e. Ji bo destpêkê girîng e.” 

Oya Ersoy da zanîn ku aliyê kêm, hîn endamên rêxistinê katagorîze dike. Lê divê ev kêmasî li meclisê bê temamkirin û wiha axivi: “Me wekî ÎHDê 7 kêmasî tespît kirin. Di serî de Lijneya Ewlehiyê ji bo taspita çekberdanê pêvajoyek diyar nekiriye. Divê pêvajoyekê diyar bike. Di ser merasima çekşewitandinê re salek derbas bû. Divê ev pêvajo zêde dirêj nebe. Dîsa di aliyê sûç de kategorîze kiriye. Divê neyê kategorîzekirin û hemû di yek çarçoveyê de bê destgirtin.” 

Oya Ersoy, da zanîn ku divê aliyê şolî yên xalên zagonan li meclisê bên rastkirin û wiha berdewam kir: “Rêxistinê got ez êdî dest ji çekan berdidin û bi siyaseta demokratîk xwe tev li pêvajoyê dikim. Rêxistinê anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe dê bi siyaseta demokratîk têkoşînê berdewam bike. Ji ber vê yekê divê ev guhertinên zagonan rê li pêş siyaseta demokratîk negire. Dema em li mînak û tecrûbeyên cîhanê yên ku dawî li şer anîne dinerin, vekirina rêya siyaseta demokratîk faktoreke girîng e. Dema tevlêbûna siyasetê bi sînor bikin û astengiyan bidin pêş wan, dê xizmeta pêvajoyê neke. Em vê yekê di mînakên cîhanê de jî dibînin. Eger qedexeya siyasî dînin ser siyasetmedaran, dê ne li gorû ruhê pêvajoyê û zagonê be.” 

Oya Ersoy, têkildarî rol û rista sazî û rêxistinên demokratîk a ji bo pêvajoyê jî axivî û wiha bi dawî kir: “Heta niha pêvajoyeke di navbera du aliyan de pêş ket. Ji salên 1990î heta niha gelek pêvajo pêş ketin. Agirbest hatin îlankirin. Pêvajoya Oslo, pêvajoya2013-2015an, ev hemû girîng in. Di van pêvajoyan de gavên girîng hatin avêtin. Lê ji bo ev pêvajo bibe civakî, di serî de saziyên civakî, divê hemû nûnerên civakê û beşên civakê berpirsiyariyê bidin ser xwe. Divê xwe bidin bin bar. Îro deriyek vedibe û tê vekirin. Li hemû cîhanê şer heye. Di pêvajoya ku şer cîhan dorpêç kiriye de, îro li pêşiya me şensa aştiyê heye. Ev ji bo me pir bi qîmet e. Ji bo hemû gelên li ser vê axê dijîn firsend e. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hevre vî derî bêtir vekin û pêş bixin. Di pêvajê wisa de gotinê ‘Bila ewil çekan berdin û piştre zagon bêm amadekirin’ şaş e. Divê hemû bi awayekî yek parçe bê nirxandin. Divê mafên mirovan derxin pêş. Ji bo civakeke demokratîk û pergaleke demokratîk bê avakirin, pêş bikeve, divê em bêtir rol û rista xwe bilîzin. 

Oya Ersoy da zanîn ku ev ne têkoşîn û doza di navbera du partiyan de ye û wihagot: “Ev têkoşîn û doza me hemûyan e. Ev têkoşina mafên mirovan û têkoşîna demokrasiyê ye. Ev têkoşîna aştiya demokratîk e. Divê em hemû vê têkoşîna aştiyê mezin bikin. Hemû kesên aştî, demkorasî û mafên mirovan diparêzin divê li vê pêvajoyê xwedî derkevin.”