Ji bo Ceylan Onkol pirtûkek hat nivîsandin: 'Ceylana bi Awir Bihuşt'

Pismamê Ceylan Onkolê Ferhat Onkol ê di girtîgehê de û dotmama wê rojnameger Heval Onkol, ji bo xwedîderketina li bîranîna Ceylan Onkolê ya ku di sala 2009an de li Licê bi fuzeya hewanê hatibû qetilkirin, pirtûka bi navê "Ceylana bi Awir Bihuşt" amade kirin; Heval Onkol derbarê pirtûkê û bîranîna Ceylanê de ji Ajansa Welat re axivî û bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û got: "Heta kujerên Ceylanê û hezaran kesên hatine windakirin neyên darizandin, pêvajoya aştiyê bi ser nakeve."

•
1 deqe xwendin
Ji bo Ceylan Onkol pirtûkek hat nivîsandin: 'Ceylana bi Awir Bihuşt'

Li ser xaka Kurdistanê bi hezaran zarok, ciwan, jin û mêr ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin û kujerên kesên hatine qetilkirin heya îro jî nehatine darizandin. Yek ji van zarokan jî Ceylan Onkol a 14 salî bû. Ceylan Onkol dema roja 28ê Îlona 2009an li derdora gundê Xombaz ê navçeya Licê ya Amedê sewalên xwe diçerandin, bi hewanek a qereqola leşkerî hat kuştin û ji wê rojê heya îro kesên ku bûne sedema kuştina Ceylanê nehatine darizandin û cezakirin. Pismamê Ceylan Onkolê, Ferhat Onkol ê ku niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de ye û dotmama Ceylan Onkolê, Rojnameger Heval Onkol ji bo ku bîranînên Ceylanê her tim zindî bihêlin û destûrê nedin ku kuştina Ceylanê were jibîrkirin, li ser navê Ceylan Onkolê pirtûka bi navê “Ceylana Bi Awir Bihuşt” (Cennet Bakişli Ceylan) derxistin.

Dotmama Ceylanê, Heval Onkol li ser qetilkirina Ceylanê, nivîsandina pirtûkê û armanca nivîsandina pirtûkê ji rojnemevan Nedîm Orûç ya Ajansa Welat re axivî.

‘Dema Ceylan hate qetilkirin ez zarok bûm’

Heval Onkol di destpêka axaftina xwe de got ku dema Ceylan hatiye qetilkirin ew 6 salî bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema Ceylan hate qetilkirin ez 6 salî bûm û min nedizanî ku polîtîkayeke dewletê heye ku zarokan jî dikuje. Roja Ceylan hatî qetilkirin ez li nav gund dileyistîm û bi qêrînan min zanî tiştek bûye. Heya niha dengê dayika Ceylanê di hişê min de ye. Qêrîna dayika wê li her derê belav bû, her wiha dengê lorîna hemû gundiyan dihat. Bi van dengan min fam kir ku tiştek nebaş qewimiye. Pişt re gotin ‘Dewletê Ceylana me qetil kiriye.’ Ceylan wê deme 14 salî bû û ji ber ku di navbera me de sal hebûn min ew baş nas nedikir.”

‘Qetilkirina Ceylanê hêrsek bi min re çêkir’

Heval Onkol da zanîn ku dema Ceylan hatî qetilkirin ji ber zarok bû wê polîtîkayên dewletê baş nedizanî û ev tişt anî ziman: “Bi demê re min polîtîkayên dewletê û qetilkirina Ceylanê fam kir. Her wiha bi demê re min Ceylan nû nas kir. Dayika min qala şehadeta xwişk û birayê min dikirin, bi vê yekê kêm zêde min polîtîkayên dewletê dizanî lê qetilkirina Ceylanê hêrsek bi min re çêkir.”

‘Min ji bo eşkerekirina rastiya qetilkirina zarokan xwest bibim rojnemevan’

Heval Onkol destnîşan kir ku destpêkirina wê ya rojnamgeriyê bi daxwaza derxistina rastiya qetilkirina zarokên weke Ceylanê çêbûye û wiha pê de çû: “Dema min biryara rojnamegeriyê da armanceke min jî hebû. Armanca min jî nîşandana rastiya dewletê bû. Ez ê çawa rastiya qetilkirina Ceylanê û zarokên din ên hatine qetilkirin derxînim holê. Her wiha bi hezaran kesên ku kujerên wan nediyar in ez ê çawa derxînim holê, bi vê yekê derketim rê.”

‘Dayika Ceylanê êdî naxwaze derkeve pêşberî kamerayan’

Heval Onkol diyar kir ku êdî baweriya dayika Ceylanê bi edaletê nemaye, her wiha ji ber vê yekê hevpeyvînan bi rojnemevanan re nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro dayika Ceylanê naxwaze derkeve pêşberî kamerayan û pirsa keça xwe bike. Ji ber ku 17 sal in dipirse lê heya niha dengê wê ne gihiştiye tu derî û kujerên Ceylanê nehatine darizandin. Her ku dayik hevpeyvînê bi rojnemevanan re dike êşa wê nûjen û kûrtir dibe. Ji ber vê yekê ev biryar stendiye ku êdî hevpeyvînan neke. Di vî welatî de edalet tune ye, her îro jî kujerên Ceylanê nehatine darizandin. Ji ber ku dewlet qetilkirinê ji xwe re weke heq dibîne û dixwaze koka Kurdan ji holê rake. Helbet heya dawiyê em ê li pey doza xwe bin û tenê ne ji bo Ceylanê ji bo her zarokekî di vî welatî de hatiye qetilkirin em ê hesabê bipirsin. Heya ku kujer werin darizandin em ê têkoşîna hiqûqî berdewam bikin.”

‘Polîtîkayên dewletê yên qetilkirinê îro jî berdewam in’

Heval Onkol qetilkirinên salên 1990î bi bîr xistin û got ku ev yek îro jî berdewam dike û wiha bi lêv kir: “Qetilkirina zarok û gelê me ji salên 1990î heya îro jî berdewam dike. Ev yek heya niha jî ranewestiyaye, Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û Narîn Guran di van salên dawî de hatin qetilkirin û kujerên wan jî dernexistine holê. Ev pirsgirêk îro jî berdewam dike. Heya îro kujerên ku hatine darizandin jî, yan piştre hatine berdan yan jî cezayek gelek hindik li wan hatiye birîn. Ji ber ku ev çerx her tim wiha tê meşandin cezayek bi edaletî nayê birîn. Divê dewlet dev ji vê polîtîkaya kujer parastinê berde. Heya ku polîtîkaya dewletê neye guhertin ev pirsgirêk wê wiha berdewam bike.”

‘Nivîsandina pirtûkê fikra Ferhat bû û ji bo bîranîna Ceylanê ev yek xwest’

Heval Onkol derbarê nivîsandin pirtûkê de diyar kir ku ev fikir ji birayê wê Ferhat Onkol hatiye û wiha qala nivîsandina pirtûkê kir: “Dema birayê min Ferhat di sala 2020î de li Zindana Amedê bû sozek dabû. Gotibû kesên ku ji malbata me hatine şehîdkirin û qetilkirin ji bo ku her tim werin bîranîn ew ê li ser jiyana wan pirtûk binivîse. Destpêkê li ser jiyana xwişk û birayê min ên şehîd pirtûk nivîsand. Piştre dema ez çûm hevdîtina birayê xwe ji min re got ez ê li ser Ceylanê pirtûk binivîsim û ez dixwazim tu alîkariya min bikî. Rastî dema ev got ez destpêkê gelekî kelecan bûm. Min difikirî ka dê çîroka Ceylanê layiqî wê be. Li ser vê yekê ez gelekî fikirîm û piştre me dest pê kir. Destpêkê hemû xizmên Ceylanê min guhdar kirin û piştre min ji birayê xwe re ragihandin. Kê derbarê Ceylanê de çi gotine û çi bizanibe me kom kir. Piştre malbata Ceylanê çû hevdîtina birayê min û birayê min ew rast e rast guhdar kirin. Ferhat ji min re got ‘Ji min re lêkolîn bike ji ber ku di nava çar dîwaran de derfetên min tuneye ez lêkolîn bikim.’ Dema min dest bi lêkolînê kir û agahî ji Ferhat re birin rastî min gelekî zehmetî kişandin. Ji ber ku dema hevdîtinê gelekî kurt bû û gelek naverok jî me nedikarî parve bikin.”

‘Di nivîsandina pirtûkê de xebatek kolektîf hat meşandin’

Heval Onkol bal kişand ser rêbaza nivîsandina pirtûkê ya bi awayek kolektîf û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya rastî ev pirtûk tenê ne min û Ferhat nivîsandiye, ev pirtûk bi awayek kolektîf hatiye nivîsandin. Ji ber ku gelek hevalên di zindanê de ne li ser Ceylanê helbest nivîsandine û beşek ji pirtûkê jî ji van helbestan pêk tê. Pirtûk ji çar beşan pêk tê. Yek jiyana Ceylanê, beşa duyem ji helbestên hevalan pêk tê, beşa sêyemîn li ser wêneyên ceylan û piştî qetilkirina Ceylanê ne, beşa çaremin jî li ser doza Ceylanê ye. Ev pirtûk ji bo min, ya rastî ji min bêtir ji bo birayê min Ferhat gelekî girîng e. Ji ber ku derfetên me gelekî kêm bûn, bi taybetî jî hevalên di zindanê de kedeke gelek zêde da. Rast e navê min û birayê min li ser pirtûkê hatiye nivîsandin lê ev pirtûk ya hemû malbat û hevalan e.”

‘Ceylan bi awir bihûşt bû ji ber wê navê pirtûkê Ceylana bi Awir Bihûşt e’

Heval Onkol li ser girîngî û navê pirtûkê diyar kir ku divê her kes di kesayeta Ceylanê de bizanibe çi bi serê zarokên Kurd hatiye û ev tişt anî ziman: “Dibe ku her kes Ceylanê nas neke û nezane çi bi serê wê hatiye. Çawa hatiye qetilkirin. Ev pirtûk ji bo vê yekê pîroz e û dê êdî her kesa/î vê pirtûkê bixwîne bizanibe ku çi bi sere Ceylanê hatiye, Ceylan çawa hatiye qetilkirin. Ez pê bawer im ku gelê me dê pirtûkê bistîne, bixwîne û rastiya qetilkirina zarokên me bizanibe. Gelek çîrokên weke Ceylanê hene, dema ev çîrok hat xwendin divê di çîrokê de çîroka zarokên Kurd ên hatine qetilkirin were fêmkirin. Navê pirtûkê jî me ji kesayeta Ceylanê derxist. Ji ber Ceylan bi rastî jî, ‘Awir Bihûşt’ bû. Ji ber wê jî me navê pirtûkê kir ‘Ceylana bi awir bihûşt’ (Cennet Bakışlı Ceylan).”

‘Ger kujerên kesên hatine qetilkirin neyên darizandin pêvajo bi ser nakeve’

Heval Onkol herî dawî li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bigihêje armanca xwe divê kujerên Ceylan û bi hezaran kesên din werin aşkerekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî dixwazim vê bibêjim bi sedan qetilkirinên weke Ceylanê hene. Di 27ê Sibata 2025an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat destpêkirin. Pêvajo îro jî berdewam dike. Heya ku kujerên Ceylanê û bi hezaran qetilkirinên weke Ceylanê dernekevin holê û neyên darizandin ev pêvajo nagihêje encamê. Heke dixwazin ev pêvajo bi awayekî erênî bi encam bibe divê kujerên kesên hatine qetilkirin û hatine windakirin werin eşkerekirin.”