Ji bo bidestxistina mafan têkoşîna hevpar divê

Pêvajoya li pêşiya me, pêvajoya têkoşîna veguherina komara demokratîk a rastîn e. Pêwîstî pê heye ku hemû hêzên demokratîk di nav vê têkoşîna demokratîk de cihê xwe bigirin û piştgiriyê bidin vê serdema pêvajoya desbasbûna demokrasiyê.

•
1 deqe xwendin
Ji bo bidestxistina mafan têkoşîna hevpar divê

Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û çarçoveqanûna ku li meclisa tirkiyeyê hat erêkirin de, ew lijneya "şopandin û nirxandinê" 24ê tebaxa 2026an bi serokatiya alîkarê serokkomar û bi beşdariya wezîrê dadê, wezîrên naxweyî û derve, wezîrê parastinê, serokê Mîtê, sekreterê giştî yê serokkomar û sekreterê giştî yê Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) pêk hat. 

Piştî civînê, alîkarê serokkomar û serokê Lijneya Şopandin û Nirxandinê daxuyaniyek da û got, ‘Bi vê lijneyê ve girêdayî, biryara avakirina 4 komîsyonên jêrîn, ên bi navê "Komîsyona Koordînekirina karê edlî û dadmendî", "Komîsyona Tespît û Şopandinê", "Komîsyona Ahenga Civakî û Hevgirtinê, û Komîsyona Koordînekirina Bêçekirinê ya stratejîk hatiye dayîn.’ Alîkarê Serokomar, di daxuyaniyê de, da  zanîn ku di komîsyona jêrîn a bi navê "Bêçekirin û Stratejiyê" de, dê birêz Ocalan roleke diyarker bilîze. Di xebatên vê komîsyonê de, dê di navbera Tevgera Azadiyê û lijneyê de têkiliyeke xurt hebe û pêvajoyeke nû ya di navbera Îmralî û Qendîlê de dest pê bike. 

Bi vî awayî, weke ku birêz Ocalan bi caran gotiye, Tevgera Azadiya Gelê Kurd mîsyona xwe bi dawî nake, di rê û rêbazên têkoşîna xwe de guherîn û veguherînê çêdike. Jixwe gotina birêz Ocalan a, ‘Bila gava zagonî were avêtin, berdewama wê polîtîkaya pratîk e’ vê pêvajoyê aniye vê merheleyê. Piştî gavên zagonî, dê derfet çêbibin ku pêvajo zelaltir were meşandin. Ji ber ku êdî, em ê bikaribin ji pêvajoya nîqaşan derbasî  pêvajoya kardarî, ango pratîkê bibin. 

Pêvajoya li pêşiya me, pêvajoya têkoşîna veguherina komara demokratîk a rastîn e. Pêwîstî pê heye ku hemû hêzên demokratîk di nav vê têkoşîna demokratîk de cihê xwe bigirin û piştgiriyê bidin vê serdema pêvajoya desbasbûna demokrasiyê.

Bi derketina vê çarçoveqanûnê, serokkomar Erdogan got, ‘Me dawî li înkara sed salî anî.’ Ev tê wê wateyê ku di 103 salên komarê de gelê kurd, bi hemû nirxên xwe yên neteweyî hatiye înkarkirin. Bidawîbûn an jî berdewamiya înkarê, dê bi azadiya çand, ziman, nasname û naskirina mafên xwe birêvebirinê yê gelê kurd zelal û diyar bibe.