"Ji bo aştiya civakî edalet, ji bo eşkerebûna rastiyan jî heqîqet"

Xizmên Windayan û ÎHD di hefteya 920emîn de li Amedê aqûbeta Zozan û Orhan Eren ên di sala 1997an de li ber qereqolê hatibûn revandin pirsîn û bang kirin ku faîl bên dîtin û darizandin.

•
1 deqe xwendin
"Ji bo aştiya civakî edalet, ji bo eşkerebûna rastiyan jî heqîqet"

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya di 920an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyo berdewam kirin. Di çalakiyeê de xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes amade bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan û yên Zozan û Orhan Eren rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Zozan û Orhan Eren pirsîn.

Zozan û Orhan Eren di 25ê Îlona 1997an de, dema ji Amedê diçûn Pasûrê, 50 metre li nêzî Qereqola Angulê hatin revandin. Maşîna wan li pêş qerewolê vala hat dîtin.

Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Amedê Firat Akdeniz li vir daxuyanî da û xwest êdî winda bên dîtin û kuştin bi dawî bibe. Firat Akdenîz, bang li rayedaran kir û xwest faîl bên dîtin û darizandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ku xizmê Zozan û Orhan Eren e, anî ziman ku xizmên windayan 921 hefte nin pirsa “Xizmên me li ku ne?”  dikin û got: “Ew li pey edalet û rastiyê ne. Heke di civakekê de aşitî tune be, edalet jî tune ye. Ji bo aştiya civakî edalet, ji bo eşkerebûna rastiyan  jî heqîqet lazime, gere bûyer werin ronîkirin û kiryar werin darizandin.”