Îstîxbarata Îranê 5 kurd winda kirin
Îstîxbarata Îranê di rojên cuda de kurdên bi navê Hesen Mistefayî, Şêrzad Çawîşînî, Şahîn Reşîdzade, Xusrew Kerempûrî û Mihyedîn Banerîzî li Bane binçav kirin. Agahî ji 5 kurdên hatin binçavkirin nayê girtin.

Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, hêzên îstixbarata Îranê 9ê cotmehê li Bane avêtibû ser mala Mihyedîn Banerîzî û ew girtibû. Li aliyê din 7ê cotmehê avêtibûn ser mala Xusrew Kerempûrî û ew jî hatibû binçavkirin.
Di 6ê cotmehê Hesen Mistefayî ku li bajar keseke welatparêz tê nasîn dema diçe nexweşxaneyê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve tê girtin. Hate destnîşankirin ku dema Mistefayî tê binçavkirin zarokê wî li nava kolanê tê hiştin. Şêrzad Çawîşînî yê bi eslê xwe ji Serdeştê û li Bane dijî bi Şahîn Reşîdzade re 3yê Cotmehê û 26ê Îlonê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.
Li gorî torê hemû jî bê biryara dadgehê hatine girtin. Hate ragihandin ji roja hatine girtin heta niha ti agahiyek li ser aqûbeta wan nehatiye zanîn. Dîsa têkildarî rewşa tenduristî û pêvajoya hiqûqî ti agahî nîne.


