Îsraîl: Tirkiye axa Sûriye, Iraq û Qibrisê kontrol dike
Îsraîlê Tirkiyeyê bi dagirkirina axa Sûriye, Iraq û Qubrisê tawanbar kir.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê dewleta Tirkiyeyê bi dagirkirina hin beşên welatên cîran tawanbar kir û diyar kir ku bi hezaran leşker û bi dehan baregeh û cihên leşkerî yên Tirk li Sûriye, Iraq û Qubrisê hene. Wezaretê di postek li ser platforma “X” de diyar kir ku Tirkiye ji sedî 36ê Qubrisê, ji sedî 5ê Sûriyeyê û bi qasî 2 hezar kîlometre çargoşeyî Iraqê kontrol dike.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hebûna xwe li Sûriyeyê parast û diyar kir ku kontrola wê ya demkî ya herêmeke tamponê, ku bi qasî ji sedî 0,1ê axa Sûriyeyê temsîl dike. Armanca wê ew e ku welatiyên xwe ji “gefên ewlehiyê yên îsbatkirî” biparêze.


