Îranê zarokekî kurd ê 15 salî kuşt

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê operasyonên binçavkirinê yên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê berdewam dikin û tundiya sîstematîk a cerdevanên sînor jî didome. Zarokê kurd Sam Hesenî ku ji baxçeyê gilyazan vedigeriya, hat kuştin.

•
1 deqe xwendin
Îranê zarokekî kurd ê 15 salî kuşt

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, zarokekî kurd ê 15 salî hat kuştin û bavê wî Ehsan Hesenî jî bi giranî birîndar bû. Di raporê de wiha hat gotin: "Bûyer, êvara 9ê tîrmeha 2026an de li nêzî gundê Derkê yê ser bi navçeya Serwawayê qewimî. Hêzên sînor ên ku li herêmê bi cih bûne, bêyî hişyariyê êrişê wesayîta malbatê kirin. Malbatê, piştî ku rojekê di baxçeyê xwe yê taybet ê gilyazan de xebitîn û ber bi mala xwe ve diçûn, cerdevanên sînor ji nişka ve gule li wesayîta wan reşandin. Sam Hesenî ji serê xwe ve hat gulebarankirin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, bavê wî Ehsan Hesenî jî ji ranê xwe bi giranî birîndar bû."

Li gorî raporê, termê Sam birine morga Nexweşxaneya Bû Elî ya li Merîwanê û bavê wî jî li heman nexweşxaneyê tê tedawîkirin.

Hat destnîşankirin ku li gorî Zagona Bikaranîna Çekan a Îranê, tenê di rewşên awarte de destûr ji bo gulebarana efseran heye, lê li herêmên sînorî yên Kurdistanê ev zagon tê binpêkirin. Di raporê de hat gotin: "Krîmînalîzekirina debara jiyana mirovan û bikaranîna hêza kujer li dijî zarok û karkerên herêmî yên ku li zeviyên çandiniyê û baxçeyan de dixebitin; li gorî xala 6an a Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî binpêkirineke giran û bingehîn a mafê jiyanê ye û di heman demê de binpêkirineke aşkere ya Peymana Mafên Zarokan e ku erkên hiqûqî dide ser milê Îranê."