Îranê êrişî baregeha PDK-Î kir

Îranê êrişî baregeha PDK-Î ya li herêma Dola Balîsan a navçeya Şeqlewa ya Hewlêrê kir.

•
1 deqe xwendin
Îranê êrişî baregeha PDK-Î kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) têkildarî êrişek nû ya Îranê li ser baregehên wan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de PDK-Îyê diyar kir ku danê nîvro carek din Îranê bi droneyan êrişî ser baregeha hêzên wan ên li Dola Balîsan ya li sînorê navçeya Şeqlawa ya bajarê Hewlêrê kirî.

Her wiha destnîşan kir ku heta niha bi 143 drone û moşekan êrişî ser baregeh û navendên hêzên wan ên li Herêma Federe ya Kurdistanê kirine.