Îranê cezayê darvekirinê li 3 kurdan birî

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên ji Kirmanşanê birî. Rejîma Îranê 3 roj berê jî 2 ciwan bi darve kirin.

•
1 deqe xwendin
Îranê cezayê darvekirinê li 3 kurdan birî

Rêxistina Mafên Mirovan a Herana, derbarê biryara darvekirina sê welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand. Li gorî vê raporê, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li Xesrew Mihemedîniya, Mesûd Toşmalanî û Sîrwan Şehîdî (22 salî) biriye. Ev her sê ciwanên ji Kirmanşanê, di dema serhildanên dawî yên li Tehranê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn girtin.

Hate ragihandin ku ev biryar ji aliyê şaxa 23yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye dayîn. Dadgehê tawanên wekî “şerê li dijî xwedê (miharebe), kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya neteweyî” xistiye stûyê wan.

Ev sê welatî niha di Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê de tên ragirtin. Di heman dozê de, jinek jî bi pênc salan cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û dosya wê hîn di qonaxa lêkolînê de ye.

Rejîma Îranê di 30 Îlonê de jî 2 ciwan darve kirin. Rejîma Îranê Ali Hemmeti Sistanî û Majik Nik-Andiş ku beşdarî xwepêşandanên meha Çileyê bûbûn, darvekirin.