Îranê 2 ciwan darve kir
Rejîma Îranê 2 ciwanên ku di çalakiyan de hatibûn girtin, bi darve kir. 10 çalakvan jî li ber darvekirinê ne.

Ajansa Mîzan a ser bi desthilata dadweriya rejîma Îranê, der barê darvekirina du girtiyan de agahî dan. Ajansa Mîzan diyar kir ku di danê sibehê de rejîma Îranê, ciwanên bi navê Îrfan Esfendiyarî yê 18 salî û Gul Mihemed Mihemedî yê 23 salî ku di xwepêşanderên vê dawiyê yên gelên Îranê de hatibûn girtin, li girtîgeha Esfehanê bi darve kir.
Li gorî heman agahiyan, metirsiya darvekirinê li ser hejmarek din xwepêşanderên ku bi tometa ‘dijberî û êrişa li ser dewletê’ bi cezayê darvekirinê hatine mehkûm kirin berdewame.
Hate destnîşankirin ku li gel her du ciwanên hatine darvekirin, 10 kesên din jî ku bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, ji beşa giştî ya girtîgeha Esfehanê şandine hucreyên yek kesî.
Ajansê da zanîn ku di heman dosyaya xwepêşanderên hatine girtin de, 59 kes hatine darizandin û 12 kes bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Nasnameya 10 girtiyên ku di heman dosyayê de bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, wiha ne: “Elî Reza Sipahî-24 salî, Ebulfezlî Spahî-23 salî, Şêrwîn Baqiryan-18 salî, Emîr husên Seferî-27 salî, Emîr Husên Melekî- 19 salî, Elî Deştî- 19 salî, Ebulfezil Îbrahîmî- 18 salî, Elî Reza Reîsî- 21 salî, Emîr Husên Îbrahîmî- 19 salî.”
Îranê di 2 salên dawî de 3888 kes darve kir
Kampanya “Sêşema Na ji darvekirinê re” di hefteya 129emîn de daxuyanî da û diyar kir ku ji dema destpêkirina wezîfeya Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan û vir ve di nava 2 salan de herî kêm 3 hezar û 888 kes hatin darvekirin.


