‘Îran wê fêm bike bê şoreşa me tê çi wateyê’
Jin Jiyan Azadî, felsefeya Rêber Ocalan a ji bo azadiya jinê di serî de ji bo jinên kurd û pê re ji bo jinên tevahî cîhanê bûye nexşerê.

Jin Jiyan Azadî, felsefeya Rêber Ocalan a ji bo azadiya jinê di serî de ji bo jinên kurd û pê re ji bo jinên tevahî cîhanê bûye nexşerê. Bi pêşengtiya şoreşgerên jin, şagirtên Rêber Ocalan re, ji bo azadiya jinê bi salan e têkoşînek bêhempa tê meşandin. Sala 1998’an Rêber Ocalan, bîrdoziya azadiya jin bi nav kir û bi vî awayî xiste rojeva sereke ya tevgera azadiya jinê. Bi dehan destketî di encama bîrdoziya azadiyê jinê û têkoşîna vê de, bi destê jinan û pê re bi tevahî civakê ketin. Lê ya herî zêde derdikeve pêş, yekitiya jinan ji bo mafê xwe yê bingehîn e. Dema ‘Jin Jiyan Azadî’ beriya bi 2 salan li kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi yekdengî ji aliyê hezaran jinan ve hat qîrkirin, dîmenê têkoşîna jinan a sedsala 20’emîn hat ber çave min û tişta ku min hingî fikrî ev bû ku îro ev pêl, qat bi qat mezintir bûn. Bi milyonan jinên li tevahiya cîhanê, ji bo mafê jinan û ji bo azadiyê bûne yek beden. Serhildana jinan hêza xwe, bingeha xwe ji felsefeya Rêber Ocalan a ‘Jin Jiyan Azadî’


