Îran mafê hevdîtina girtiyan a bi malbatê re asteng dike

Rejima Îranê zextên li ser girtiyên siyasî yên jin didome. Rejîma Îranê li Girtîgeha Evînê ya Tehranê li girtîgehê 9 girtiyên siyasî yên jin ji mafê axaftina bi telefonî ya bi malbatan re qedexe kiriye. Li Seqizê jî jinek ciwan a werzişvan hat binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Îran mafê hevdîtina girtiyan a bi malbatê re asteng dike

Rêxistina Mafên Mirov ya HRANAyê têkildarî zext û binpêkirinên rejîma Îranê ya li dijî girtiyên siyasî yên jin, agahiyan parve kir.

Li gor agahiyên ku HRANA’yê belav kirine, li girtîgeha Evîn ya Tehranê 9 girtiyên siyasî yên jin ji mafê peywendiya telefonî ya li gel malbatên xwe hatine bêparhiştin. Navên wan girtiyan jî evin; Tara Dawidî, Xezel Merzban, Gulrux Îrayî, Mîno Ruzedar, Nensîm Xulamî, Kimya Dawidî, Sekîne Perwane, Fatîme Pena Rezayî û Bêta Elî Hîmetî.

Hatiye diyarkirin ku ev girtiyên siyasî berî niha jî ji ber nerazîbûna wan a li dijî binpêkirinên mafan yên li nava girtîgehê, 9 hefteyan ji mafê hevdîtina li gel malbatan hatibûn bêparhiştin.

Li gor heman agahiyan, hêzên Îtlaeta (îstixbarat) Îranê, li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê jina werzişvan a bi navê Rojan Îbrahîmî (20) hat binçavakirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin.

Hatiye diyarkirin ku Rojan Îbrahîmî bêy biryara dadwer hatiye binçavkirin.