Îran: Eger dorpêç berdewam bikin emê rêyên deryayî bigirin
Sekreterê Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir ragihand ku eger dorpêçên deryayî yên Amerîkayê yên li ser benderên welatê wan berdewam bikin, bêguman aboriya cîhanê, bazara enerjiyê û welatiyên Amerîkayê bixwazin an nexwazin dê baca vê yekê bidin. Sekreter aşkere kir ku eger ev dorpêç neyên rakirin, ew ê rêyên din ên deryayî jî bigirin.

Sekreterê Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir bi daxuyaniyekê gefa girtina rêyên deryayî nû kir û destnîşan kir ku ji ber zextên Amerîkayê yên li ser Îranê, gefa daxistina rêyên avê yên din di rojevê de ye.
Mihemed bal kişand ser bûyerên dawî û diyar kir ku di rojên borî de Amerîkayê bi tundî êrişî ser Îran û hêzên nêzî wan kiriye û wan jî bi moşek û balafirên bê mirov bersiv daye. Zulfaqedir hişyarî da ku ev rewş metirsiya derketina şerekî giştî û aloziyên pir mezintir li herêmê ava dike.
Sekreterê Civata Bilind ê Îranî Mihemed herwiha da zanîn ku berdewamiya dorpêçên deryayî yên li ser benderên Îranê, dibe sedem ku hêzên çekdar ên welatê wan Tengava Hurmizê bigirin. Mihemed Baqir got ku eger Amerîka dest ji van gavan bernede, dê rêyên deryayî yên din jî bên girtin û ziyaneke mezin bigihêje aboriya cîhanê û bazara enerjiyê.
Sekreterê Civata Bilind di dawiyê de destnîşan kir ku ev bûyer di demekê de ne ku gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê berdewam dikin; lê belê Îran jî li hember van êrişan bêdeng namîne, bersivên tund dide û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê dike armanc.


