Îran: DYAyê peymanê binpê kir

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi êrişên li ser Îranê pêk anî, peymana agirbestê binpê kiriye û diyar kir ku ji rageşiya dawî Washington berpirsyar e, çavkaniya êrişê dê were hedefgirtin.

•
1 deqe xwendin
Îran: DYAyê peymanê binpê kir

DYAyê duh bi şev êrişên hewayî li ser herêmên cur be cur ên Îranê pêk anî. Di êrişan de qadeke leşkerî ya li Buşehrê hat hedefgirtin. Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyanî weşand û diyar kir ku bi van êrişan peymana ji bo bidawîkirina şer, hat binpêkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Artêşa terorîst a DYAyê 8ê tîrmeha 2026an roja çarşemê di saetên siharê de fikraya 4an a madeya 2yan a Şertê Neteweyên Yekbûyî bi aşkere binpê kir û li ser navendên şopandin û çavdêriyê yên li peravên başûrê Îranê êrişên leşkerî pêk aniye. Ev çalakiyên êrişkar di heman demê de tê wateya binpêkirina madeya 1an a peymana ji bo bidawîkirina şer.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êrişên li ser Îranê rageşiya li herêmê zêde kiriye û destnîşan kir ku berpirsyarê vê DYA ye.

Wezareta Karên Derve bi bîr xist ku bi taybetî welatên cîran ên li peravê başûrê Kendava Basrayê, hemû dewlet berpirsyar in ku nehêlin xaka wan ji bo êrişên li dijî Îranê were bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştgiriya ji bo êrişên li ser Îranê, tê wateya hevkariya sûc. Her wiha berpirsyariyên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parastina aştiya herêmî û navneteteweyî hate bibîrxistin û hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Îranê di çarçoveya madeya 51an a Şertê Neteweyên Yekbûyî de wê desthilatdarî û ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze, çavkaniya êrişê û navendên wê dê bên hedefgirtin.