‘Înkara zimanakî înkara gelekî ye’

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê û rêxistinên ziman, ji bo daxwaza "statûya zimanê kurdî û perwerdeya bi kurdî" meşek li dar xist. Parlamentera DEMê Newroz Uysal anî ziman ku kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û got: “Înkara zimanekî înkara gelekî ye. Ev nayê qebûlkirin.”

•
1 deqe xwendin
‘Înkara zimanakî înkara gelekî ye’

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê û rêxistinên ziman, ji bo daxwaza "statûya zimanê kurdî û perwerdeya bi kurdî" meş û daxuyaniyeke giştî hat lidarxistin. Girseya gel li ber Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê li hev kom bû û ber bi Kela dîrokî ya Birca Belekê ve meşiya; di vê navberê de dirûşmeyên wekî "Bijî zimanê Kurdî" û "Zimanê Kurdî rûmeta me ye" hatin berzkirin.

Di dema meşê de, pankartên ku li ser wan "Ez Kurd im; ez perwerdeya bi kurdî dixwazim" û "Bêyî perwerdeyê nabe" nivîsandî bûn, ligel pankarteke ku tê de "Statûya Kurdî tê wateya perwerdeya bi Kurdî" hatin hildan. Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil, daxuyaniya hevpar a ku li ber Kela Birca Belekê xwend.

Hevserokê Şaxa Şirnexê ya Egîtîm Senê Adnan Şenbayram diyar kir ku bi mîlyonan zarok sala nû ya xwendinê bêyî ku karibin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin dest pê dikin. Adnan Şenbayram bal kişand ser dersa bijarte ya kurdî ​​têr nake û xwest heta ku kurdî dibe zimanê perwerdeyê, divê têkoşîn bê xurtkirin.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysalê jî anî ziman ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî fêrî jiyanê dibin, lê li dibistanê ji vê yekê bêpar tên hiştin û got: “Kurdî zimanê van axan e. Înkarkirina zimanekî, înkarkirina gelekî ye. Dersên bijarte bersiva daxwazê ​​nadin; bidestxistina van dersên bijarte ne hêsan bû, bi têkoşînê pêk hat. Daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî mijareke mafên mirovan e. Zimanê me rûmeta me ye; heta ku zimanê me statuya xwe bi dest nexe, em nikarin bigihîjin pozîsyona xwe ya rastîn." 

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî zimanê Kurdî" û "Zimanê me rûmeta me ye" bi dawî bû.