Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hat avakirin

Sînemaya kurdî li gel têkoşîna kurdan a azadiyê geş bûye û xwedî tecrûbeyeke 50 salan e. Ev sînema ne tenê qada hilberîneke estetîk e; di heman demê de yek ji amûrên girîng ên têkoşîna çandî ye ku li dijî înkar, asîmîlasyon û bêhafizakirinê tê meşandin

•
1 deqe xwendin
Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hat avakirin

Veysî Altay

Li Amedê ji bo sînemaya kurdî gaveke girîng hat avêtin. Gelek sînemagerên kurd ku ji mêj ve li qadên cuda bi derfetên takekesî hildiberandin û ji banekî hevpar dûr mabûn, bi pêşengiya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatin cem hev. Di komxebata du rojan de rewşa sînemaya me hat nirxandin, li ser pirsgirêkên bingehîn ên qada sînemayê û rêyên çareseriyê nîqaş çêbûn û fikreke hevpar derket holê. Biryareke stratejîk hat wergirtin û di vê çarçoveyê de Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hat avakirin.

Ev xal jî wek armancên bingehîn ên înîyasiyatîfê hatin pejirandin: 

•             Xurtkirina bîra kolektîf û bi xebatên arşîvkirinê avakirina bîra sînemayê

•             Piştgiriya pêvajoyên hilberînê, teşvîqkirina projeyên nû, ji teknolojiyên dîjîtal û amûrên nû sûdwergirtin 

•             Xurtkirina tora piştevaniya neteweyî û navneteweyî, organîzekirina pêvajoyên belavkirin, nîşandan û beşdariya temaşevanan

•             Bi afirandina derfetên perwerdehiyê rêxistinkirina bipêşxistina pîşeyî

•             Zelalkirina pênase, ziman, çarçove û normên estetîk ên sînemaya kurdî

•             Di hilberînê de bicihkirina hişmendiya wekheviya zayendî, prensîbên etîk û hişmendiya ekolojiyê 

Ji bo ku pêşeroja sînemaya kurdî bi hewldanên kesane sînordar nemîne; hat teqezkirin ku rêxistineke sazûmankar, kolektîf, demokratîk û xwedî hişmendiya wekheviya zayenda civakî hewcedariyeke jiyanî ye.

Em dikarin sînemayeke berxwedêr, kurdistanî ava bikin

Sinemaya kurdî li gel têkoşîna kurdan a azadiyê geş bûye û xwedî tecrûbeyeke 50 salan e. Ev sînema ne tenê qada hilberîneke estetîk e; di heman demê de yek ji amûrên girîng ên têkoşîna çandî ye ku li dijî înkar, asîmîlasyon û bêhafizakirinê tê meşandin. Di paşerojê de li ser kurdan gelek fîlm hatibin kişandin jî, van fîlman rastiya kurdan nîşan nedida. Di 50 salên dawîn de kurdan êdî dîrok, berxwedan, xiyanet, hafiza û rastiyên xwe yên civakî bi ziman û vegotina xwe tînin ser ekranên sînemayê.

Beşa Sînemayê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) û Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê (1992) li metropoleke wekî Stenbolê, di nav şertên zehmet ên polîtîk de bûn navenda gavên yekemîn ên teorîk û pratîk ên sînemaya kurdî. Gelek derhênerên kurd û yên gelên cuda kameraya xwe ya yekemîn li van deran girtin destên xwe. Gelek senarîstan senaryoyên xwe yên yekemîn li van deran nivîsîn û fîlm kişandin. Li Amedê jî akademiyên Aram Tîgran û Cegerxwîn ku li ser perwerdehiya sînemaya kurdî li ser zemîneke akademîk rûnin hatin avakirin xwedî taybetmendiyeke şoreşger bûn. Her wiha ji bo senaryoyên kurdî û kurdîkirina sînemayê (termonolojî) bû keliyek dîrokî.

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ji avakarinê (2012) heya niha tevî hemû dijwariyan jî pêşengiya kişandina gelek fîlmên dirêj, kurt û belgefîlman kir. Piştgiriya teknîkî û aborî da gelek projeyan. Di heman demê de festîvalên wekî Fîlmamed, Amedfîlm, Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney û Axtamara organîze kirin. Bi rêya van festîvalan sînemagerên ku ji parçeyên cuda (Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat) û ji dîasporayê hatin cem hev; qadeke kolektîf hat avakirin, temaşevanan ava kir. Li ser ekrana sînemayê civîna zaravayên cuda yên kurdî (kurmancî, kirmanckî, soranî) binesaziya vê yekîtiya zimanî û bihêzkirina beşa çandî nîqaş kir. 

Xwendekarên ku ji van akademiyan mezûn bûn piştre di sînemayê de kevneşopiyeke berxwedanê afirandin. Îro gelek fîlmên kurt, belgefîlm û fîlmên dirêj ên bi kurdî ku di qada navneteweyî de xelat werdigirin, berhemên van derhêneran in. Her çend ev sazî di nav demê de rastî qeyûman û astengiyên îdarî yan polîtîk hatibin jî, mirovên ku perwerde kirine û hafizaya pratîkî ya ku afirandine, îro jî hebûna xwe diparêzin.

Helbet hem ev xebatên bihêz hem jî astengî ne ji rastiya siyasî ya Kurdistanê cudatir in. Sînemagerên ku di erdnîgariyeke di navbera çar dewletan de hatî parvekirin de hilberînê dikin, di her parçeyî de rastî astengiyên qanûnî yên cuda, sansur û polîtîkayên çandî tên. Weke encameke xwezayî ya vê parçebûnê, dema ku cudahiyên kevneşopiyê jî li ber çavan bêne girtin, astengiyên mezin ên li ber avakirina zimanekî hevpar ê sinemayê û saziyên bihêz li hemberî me zelal dibin.

Belkî sed sal berê jî li ser kurdan fîlm hatin kişandin. Lê belê ev ji aliyê kurdan ve nehatin kişandin. Nêzî nîv sedsal e ku kurd çîrokên xwe bixwe vedibêjin, fîlmên xwe bixwe dikişînin û hewla avakirina kevneşopiya xwe ya sînemayê didin. Parçebûna Kurdistanê bandorê li hilberîna sinemayê jî dike. Her parçeyek di nav şert û mercên xwe yên siyasî û çandî de bi derfetên cuda hilberînê dike.

Îro her çend zehmet be ku mirov behsa sînemayeke yekbûyî û hevpar a Kurdistanê bike jî, hewce ye ku mirov behsa hişmendiyeke sînemayê ya hevpar bike. Ev jî roj bi roj bihêztir dibe. Fîlmên ku li erdnîgariyên cuda tên hilberandin, ji heman hafizaya dîrokî û ji hewla hevpar a azadiyê xwedî dibin û têgihîştineke sînemaya kurdistanî xuyayî dikin. Kurd êdî çîrokên xwe bixwe vedibêjin. Ev hilberîn carna wekî 'Sînemaya Kurdî', carna jî wekî 'Sînemaya Kurdistanê' derdikeve pêş. Lê tişta girîng ew e ku kurd êdî bûne kirdeyên sînemaya xwe.

Her çend dîtbariya sînemaya kurdî ya di festîvalên navneteweyî de wekî destkeftiyeke girîng bê dîtin jî, di têkiliyên sînemaya kurdî û ya festîvalên navneteweyî de nîqaşên cuda jî bi xwe re tîne. Derfetên fînansman û belavkirinê zêdetir li ser pergala festîvalên navneteweyî çêdibin. Ev jî bandoreke mezin li pêvajoya hilberînê dike. Ji bo piştgirî û têketina tora navneteweyî teşeyeke nû dide çîrokan. Ev yek jî di nav demê de bi xwe re otosansûrekê tîne. 

Em têkiliyên xwe pirî caran li gor festîvalên desthilatdaran ava dikin, hewl didin ji wan piştgiriyê werbigirin. Ev jî dibe sedem ku em gav bi gav li gorî zimanê wan biaxivin û hilberîna çîrokên xwe li gorî bendewariyên wan ava bikin. Em senaryoyên xwe ji bo dîtina fonan an jî ji bo ku li festîvalan cih bigirin ji nû ve saz dikin. Bi vê yekê em bi zanebûn êdî bi dildarî çîrokên xwe sansûr dikin, çîrokên ku bi bedelên giran hatine afirandin beravajî dikin û pêşkêşî ecibandina qada hegemonîk dikin. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li hemberî sînemaya Kurdistanê ev otosensûr e.

Ji ber vê yekê erka bingehîn a li hemberî sînemaya kurdî ne tenê zêdekirina hilberîna fîlman e; di heman demê de bi avakirina pîvanên xwe yên estetîkî, amûrên hilberînê û torên belavkirinê, bihêzkirina serbixwebûna xwe ya siyasî û çandî ye. Têgihîştineke sinemaya berxwedêr, wekheviya zayendan diparêze, ekolojîk û kurdistanî tenê dikare li ser vê zemînê hilberîna serbixwe bi awayekî domdar geş bibe.