Înîsiyatifa Navneteweyî xwest Erdogan bê darizandin

Endamên MÎT’ê di 4’ê cotmeha 2022’yan de Rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan Nagîhan Akarsel li pêş maya wê li navenda bajarê Silêmaniyê bi suîqastê qetil kirin.

•
2 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Înîsiyatifa Navneteweyî xwest Erdogan bê darizandin

Endamên MÎT’ê di 4’ê cotmeha 2022’yan de Rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan Nagîhan Akarsel li pêş maya wê li navenda bajarê Silêmaniyê bi suîqastê qetil kirin. Însiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’, der barê doza Nagîhan Akansel de daxuyaniyek da. Înîsiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’ di daxuyaniya xwe de anî ziman ku par zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY’ê, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin û wiha got: “Em bang dikin ku pêşî li kuştinên siyasî a jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin.”

Rastiya kujer vedişêrin

Înîsiyatifê da zanîn ku di 24’ê kanûna 2023’yan de, kujer Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li gorî xala 2.2 ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi îdamê hat mehkûmkirin û wiha got: “Lêne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagîhan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wê ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin. Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di kanûna 2017’an de bi satûrê êrîşî jinekê kiriye hatiye girtin. Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022’yan de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagîhan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku, di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê ‘rayedarekî dewleta tirk’ ve ji bo kuştina Nagîhan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT’ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Pe