Îhsan Colemêrgî: Xwedîderketina şehîdan gava ber bi azadiyê ve ye
Şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Wanê ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi serdanên girseyî didome. Nivîskar û rewşenbîrê kurd Îhsan Colemêrgî ku di şînê de axivî, da zanîn ku ew gelê ku li şehîde xwe xwedî derdikevin ber bi azadiyê xwe ve diçin.

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê, ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtan ya Wanê şîn hate danîn. Şîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” didome. Ji navçeyên Wanê û gelek bajarên Serhedê welatî tev li şînê bûn.
Nivîskar û rewşenbîrê kurd Îhsan Colemêrgî ku di şînê de axivî, diyar kir ku xwedîderketina şîna şehîdan nîşaneya gavavêtina ber bi azadiyê ve ye û wiha got: “Kurd rêya azadiya xwe fireh dikin lê tiştekî girîng ez dixwazim bînim bîra we. Heke ola miletê serdest û miletê bindest heman be, miletê serdest olê weke çekekê bi kar tîne. Ji ber ku hemû amûrên ragihandinê jî di destê serdestan de ye bindestan terorîze dikin. Lewma divê kurd vê rastiyê berovajî bikin.”
Şîna şehîdan bi serdanên girseyî didome.


