ÎHDê li Cizîrê dest bi nobetê kir
Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê li ber Birca Belek a navçeya Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir. Parlementerên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li nobetê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Şirnexê Şivan Sakman got: “Vaye ji salekî pêtir pêvajoyek ya aştiya hatiye destpêkirin. Di vê salê de ji aliyê PKKê ve gelek gav hatin avêtin û êdî divê dewlet li gor pêvajoyê qanûnan derxîne û ev qanûn bikevin makezagonê.”
Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê piştî axaftinên beşdaran bi dawî bû.


