Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin

Hunermend Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran Kizilkar di 7’ê cotmehê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin

Hunermend Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran Kizilkar di 7’ê cotmehê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya wan biryara “nepeniyê” heye û hunermend bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.

Îfadeyên emniyetê yên Arslan û Kizilkar hatin wergirtin. Dema binçavkirinê ya hunermendan ji bo 24 saetan hate dirêjkirin û hat zanîn ku dê sibe ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Çaglayan ya Stenbolê bên kirin.