Hunermenda Rojava: Ev pêvajo ji bo hemû beşên Kurdistanê ne
Hunermenda Rojava Sumeye Mihemed ji ajansa Rojnewsê re axifi û piştevaniya xwe ya ji bo gava yekem a ‘Çarçoveya Yasayê’ nîşan da û got: “Em humermend piştevaniya xwe ya ji bo pêvajoyê tînîn ziman. Gel û welatparêz tim hêz ji felsefeya Rêber Apo girtiye.”

Hunermenda Rojava û Hevseroka TEV-Çandê ya Rojavayê Kurdistanê Sumeye Mihemed têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê, hebûna YPJê ya di nava Hikûmeta Demkî ya Sûriye û pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk de ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Hunermend Sumeye Mihemed bi boneya 15ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gelê kurd pîrozbahî li gelê kurd, welatparêz û gerîlayên li serê çiyan û Rêber Apo kir û got: “Tevî hemû giranî û zehmetiyan gelê berxwedêr, welatparêz û hemû hêzên li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dikin, karîne li ser lingên xwe bisekinin. Ev pêvajo ji bo hemû beşên Kurdistanê ne. Ji bo wê çavê hemû kes li ser Rêber Apo ye.”
Sumeye Mihemed qala rewşa Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha pêde çû: “Şerê herî dawî hatibû destpêkirin, li ser hewldanên Rêber Apo hatin sekinandin. Tevî vê jî hê şer bi temamî dawî nebûne. Ji ber ku rojane şehîd dihatin dayîn. Kesên navên wan di lîsteya terorê de niha artêşa Sûriye birêve dibin.”
Ev şoreş bi ked û têkoşîna jinan hatiye kirin
Hunermend Sumeye Mihemed diyar kir ku niha bareke giran li ser TEV-Çandê heye û got: “Niha dixwazîn di nava avaniyên hikmetê de cih bigirin. Bi salan têkoşîn hate kirin ji bo azad û serbixwe bijîn. Lê hê jî hikûmeta niha qebûl nakin kurd di nava saziyên hikûmetê de cih bigirin. Bi taybetî naxwazin jin tevlî nava kar û xebatên hikûmetê bibin. Ji bo vê 15 sale li Rojavayê Kurdistanê têkoşîn tê kirin. Ev şoreş şoreşa jinane. Bi ked û têkoşîna jinan hatiye kirin.”
Têkildarî tinekirina hêza jinê YPJê jî Sumeye Mihemed ev anî ziman: “YPJ hêzeke pîroze. Hikûmeta Demkî ya Sûriye naxwaze mafê jinan ya ketina nava saziyên hikûmetê bide. Em jin vê yekê qebûl nakin. Jin pêşengên Rojavayê Kurdistanê ye.”
Li ser rola hunermendan Sumeye Mihemed ev got: “Divê ti sînorek li pêşiya hunermendan neyê dayîn. Hunermend hunermendên Kurdistanê ne. Em bi gelê xwe re ne. Êş û xweşiyan digihînin.”
Kurd eger nebin yek, emê nikaribin mafê xwe bidest bixin
Sumeye Mihemed bal kişand ser yekitiya gelê kurd û wiha domand: “Yekitiya kurdan a di hemû alî de girînge. Dema yekitiya kurdan ava bibe, kes nikare nêzîkî me bibe. Em bi milyonanin. Hêviya min ewe ku dengê me bibe yek, xwedî li hev derbikevîn. Kurd eger nebin yek, emê nikaribin mafê xwe bidest bixin. Ji bo gihiştina mafê xwe divê, em destê hev bigirin.”
Herî dawî Humermend Sumeye Mihemed têkildarî Çarçoveya Yasayê jî ev got: “Ev demekbû em li benda vê bûn. Ev gaveke mezine. Ev ne gaveke bese, bi hêviya ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bigihêje maf û nasnameya xwe. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikîn. Em hunermend bi cil û can bi vê pêvajoyê re ne û piştgirî dikin.”


