HRW: Ev welat nikarin pêdiviyên penaberan peyda bikin
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW’ya ku polîtîkayên koçberiyê yên welatên weke Brezîlya, Şîlî, Kolombiya, Ekvador, Panama û Perûyê lêkolîn dike, tespît kir ku ev welatên navborî, nikarin ji...

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW’ya ku polîtîkayên koçberiyê yên welatên weke Brezîlya, Şîlî, Kolombiya, Ekvador, Panama û Perûyê lêkolîn dike, tespît kir ku ev welatên navborî, nikarin ji penaberan re bibin alîkar û ji wan re parastina navneteweyî peyda bikin.
Li gorî raporê di 18 mehên dawîn de zêdetirî 700 hezar koçber neçar mane ku ji daristana Darienê ya bitalûke ya di navbera Kolombiya û Panamayê de derbas bibin.
Koçber di vê derbasbûnê de bi tundiya zayendî û îstîsmarê re rû bi rû mane. Bi tenê ji Venezûelayê 477 hezar, ji Ekvadorê 60 hezar û ji Haîtîyê jî 41 hezar kesî serî li vê rêyê dane.
HRW’ê têkildarî mijara peymana koçberiyê jî fikarên xwe anîn ziman ku peyman demekê beriya niha di navbera Panama û DYA’yê de hatibû îmzekirin.
Tê diyarkirin ku dibe ku bi rêya vê peymanê, Panama koçberan bişîne welatên lê neewle û ev rewş wê berpirsiyarên navnetweyî binpê bikin. HRW di rapora xwe de dibêje ku DYA mijara berpirsiyarên xwe yên têkildadarî penaberan de erkên xwe bi cihanîne.
Têkçûna aboriyê ya li Venezûelayê û tundiya çeteyan a li Haîtîyê weke sedemên sereke yên zêdebûna koçberiyê tên nîşandan.
Di van salên dawîn de ji 7 milyonî zêdetir kes ji Venezûelayê reviyane û li Haîtîyê jî di sala 2023’yan de 600 hezar kes ji warên xwe hatine derxistin.
Her wiha HRW dibêje ku hikûmetên herêmî divê li hemberî van krîzan ji bo penaberên Venezûalî û Haîtîyî pergaleke parastinê ya demkî ya statuya yasayî dide penaberan, ava bike.


