HPG: Li Zap û Avaşîn 15 leşker hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî dagirkeriyan didomin. Di çalakaiyan de 15 leşker hatin kuştin.

Çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî dagirkeriyan didomin. Di çalakaiyan de 15 leşker hatin kuştin. Li gorî nûçeya ANF’ê daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Li herêmên Zap û Avaşînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa tirk a mêtinger, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Hêzên me di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me bi bikaranîna çekên kîmyewî bênavber sûcên şer dike. Tevî ku dagirkeran 39 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên berxwedanê barandin, hêzên me gelek çalakiyên xurt li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin, leşkerek birîndar bû û konekî leşkerî hate îmhakirin.


